KCK’ê got ; “Dema li Kurdistanê li hemberî zilma dagirkeriyê gelê me berxwedana rewa bi şêwazê şerê çekdarî dimeşand, dewletên Ewropa digotin ku pêwîst e şer bisekine, çareseriya siyasî çêbibe. Ji bo wê yekê Rêber Apo di sala 1998’an de hate Ewropa. Bêguman Rêber Apo ji bo çareseriya siyasî, aştiyane pêş bixe hat Ewropayê.”
Daxuyaniya KCK’ê wiha ye; “Em di serî de bi navê tevahî tevgera me, we silav dikin, meşa we ya bi wate û hêja pîroz dikin. Di têkoşîna we de, di meşa we ya birûmet de ji bo we hemûyan bi dil û can serkeftinê dixwazin.  Di vê dema dîrokê ya girîng de meşa we ya ji Cenevre dest pê kirî û dike heya Strasbûrgê berdewam bikeê, gelekî watedar e. Bi nêrîna me pir zêde wateyên xwe û peyamên xwe hene. Di civaka Kurd de wekî kesên herî berçav rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar ev sekina we û ev meşa di van şert û mercên zivistanê de ku hûn bi ked û hewldan dimeşînin, ji bo her kesî peyamên girîng têde hene. Em ji bo vê sekina we, hemû meşvanan teqdîr dikin.
Di navenda Ewropa de ev helwest û çalakiya we bang û qêrîna gelê Kurd e.

'Xebatên li Ewropayê girîng in'
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êdî têkoşîna azadiya Kurd hatiye qonaxeke pir girîng û nazik û wiha berdewam kir; “Lê em dizanin çavkaniya pirsgirêka Kurd bi esasî li Ewropa ye. Ji bo wê di navenda Ewropa de derketina we û sekina gelê me yê li Ewropa yê welatparêz, di çareserkirina pirsgirêka Kurd de xwediyê roleke girîng e. Ji ber rexmê ku gelê Kurd di herêma Rojhilata Navîn de, di Mezopotamya de yek ji gelên herî kevnar bû, ji gelên herî zêde xwediyê çand û dîrok bû, di salên 1923’an de Konferansa Lozanê ji bo gelê Kurd bû qada komploya navnetewî ya yekemîn. Bi esasî Peymana Lozanê, komployeke li ser serê gelê Kurd. Gelê Kurd bi vê komployê hat înkarkirin. Zilm û bêbextî li Lozanê bi vî şêwazî dest pê kir.  Lê belê tê zanîn ku 89 sal in gelê me li her çar parçeyên welat û li derveyî welat ti caran ev komplo qebûl nekiriye; her ku firsend dîtiye liberxwe daye. Em dizanin ku ev neheqiya li gelê me bûyî, di Kurdistanê de bû sedema trajediyên mezin, komkujî û qirkirinên mezin. Lê van êrîşên dagirkeriyê berxwedana gelê me nesekinand.”

'Ewropa jî di komployê de cîh girt'
KCK’ê got; “Dema li Kurdistanê li hemberî zilma dagirkeriyê gelê me berxwedana rewa bi şêwazê şerê çekdarî dimeşand, dewletên Ewropa digotin ku pêwîst e şer bisekine, çareseriya siyasî çêbibe. Ji bo wê yekê Rêber Apo di sala 1998’an de hate Ewropa. Bêguman Rêber Apo ji bo çareseriya siyasî, aştiyane pêş bixe hat Ewropayê. Lê dewletên Ewropa li şûna ku li berpirsiyarên xwe xwedî derbikevin û pirsgirêka Kurd çareser bikin; li hemberî Rêber Apo di pêşxistina komploya navnetewî ya duyemîn de bûn xwedî rol. Bi vî şêwazî dewletên Ewropa li hemberî Rêbertiya me qanûnên xwe jî binpê kirin, bi şêwazekî derveyî huqûq û ehlaq, bi şêwazekî bêbextî ji bo Rêber Apo bi komployê bê girtin û radestî Tirkiyeyê bikin, Ewropa jî piştevanî kir, zemîn ava kir û têde rol leyîst. Wekî komploya yekemîn, di komploya duyemîn de jî rola Ewropa heye.”

'Înkareke navnetewî li ser kurdan heye'
Daxuyanî niha berdewam dike; “Îro em dizanin ku hemû neteweyên li ser kureya erd dijîn, di nav Neteweyên Yekbûyî de nûnerên xwe hene, lê yê Kurdan nîne. Ji ber ku înkara li ser Kurdan bûye înkareke navnetewî. Niha gelê me li hemberî vê siyaseta înkarê û vê siyaseta komployê li ber xwe dide. Di vê wateyê de meşa we ya li Cenevre, li pêşiya navenda Neteweyên Yekbûyî dest pê bûye û heta wekî yek ji navendên Yekîtiya Ewropa Strasburgê pir bi wate ye. Peyamê dide hêzên navnetewî, peyamê dide Yekîtiya Ewropa û peyamê dide gelê Kurd.
Ji ber van sedeman em vê meşa we ya di bin dirûşmeya “Ji Rêber Apo Re Azadî, Ji Kurdistanê Re Statu” wekî destpêka pêvajoyeke nû dibînin. Û dirûşmeyeke ku ji demê re bibe pêşeng e. Jixwe derketin jî, derketineke wekî pêşeng e.”

Ji bo Ocalan Komîteya Azadiyê 
KCK’ê destnîşan kir ku divê Tevgera Azadiyê û gelê Kurd li hemberî komploya navnetewî li ber xwe bide û komployê bişkîne. Heya ku komplo neyê şkandin, gelê Kurd azad nabe. Heya ku Rêber Apo azad nebe, gelê Kurd azad nabe. Ji ber wê yekê, em dixwazin di salvegera komploya navnetewî de û ketina 14 saliya komploya navnetewî de êdî dirûşmeya “Azadiya Rêber Apo” wekî hemleyeke netewî û navnetewî bixin rojevê. Ev jî, bi meşa we dest pê bû.
Bi vî awayî em hêvî dikin ku hûn hemû bibin wekî Komîteya Azadiya Rêber Apo; bibin însiyatîfa azadiya Rêber Apo. Ji ber ku azadiya Rêber Apo çareserkirina pirsgirêka Kurd e û azadiya gelê Kurd e. Pêşxistina aştî, aramî û demokrasiyê ye. Hem gelê Kurd, hem jî gelên cîran hemû kesên alîgirê gelan, alîgirê aştî û demokrasiyê divê piştevaniya vê dirûşmeyê bikin. Divê piştevaniya dirûşmeya “Ji Rêber Apo Re Azadî, Ji Kurdistanê re Statû” bikin.  Di şexsê we de em bang li hemû rewşenbîr, hunermend, siyasetmedarên Kurd û hemû kesên aştîxwaz, demokrasîxwaz û alîgirê biratiya gelan dikin ku li pişt vê dirûşmeyê bisekinin; em vê dirûşmeyê bikin dirûşmeyeke navnetewî û em wekî kampanya li derdorê vê dirûşmeyê birêxistin bibin û heya Rêber Apo azad bibe, komploya navnetewî bi temamî ji holê rabe em têkoşîneke pîroz di qada netewî û navnetewî pêşbixin.  Li ser vî esasî ev meşa ku we di navenda Ewropa de bi ked û bi berxwedan pêş xistiye, em dixwazin bikin destpêkek ku pêre pêvajoya azadiya Rêber Apo pêş bixin. Divê wekî kampanyayekê di navnetewî de, di vê çarçoveyê de pêş bikeve û bi çalakiyên cur be cur ên demokratîk, çalakiyên rewa û çalakiyên civakî li hemberî bêbextiya komploya navnetewî rawestandina gelê Kurd û rawestandina hemû kesên demokrasîxwaz û aştîxwaz pêş bikeve. Divê azadiya Rêber Apo, azadiya Kurdistanê, biratiya gelan bi vî awayî bibe hedefa yekane.

'Meş dê biben bingehê destpêkeke nû'
KCK’ê di dawiyê de got; “Em bawer in ku di pêşxistina vê çalakiyê de hûn jî bi heman hestan ketin rê û we li ser vê çalakiyê biryar girt û pêşxist. Divê çalakiya we, bibe bingehê destpêkeke nû. Ji vir û şûn de jî divê hûn li vê çalakiyê xwedî derbikevin, berdewamiya wê bişopînin û têde berpirsiyariyê hilgirin. Di vê derheqê de emê heta dawî li pişt we bin û gelê me jî wê di pêşxistina têkoşîna azadî û demokrasiyê de bi hemû rengan bi we re be. Em hêvî dikin ku bi vê meşê, banga we ji bo gelê me kirî gelê me wê beşdar bibe. Gelê me wê di qadên Ewropa de û di qadên navnetewî de bi meşa we, bi mîtînga Strasburgê dengê xwe hîn zêde bilind bike, li banga we xwedî derbikeve. Wê dengê xwe bi dengê we re bike yek.  Li ser vî esasî em careke din we hemû çalakvanan yek bi yek silav dikin, di têkoşîna we ya hêja de ji bo we hemûyan bi dil û can serkeftinê dixwazin.  Û em dibêjin:  Êdî bes e; an azadî an azadî, Ji Rêber Apo re Azadî, ji Kurdistanê re Statû!”

ANF/BEHDÎNAN