BEHDÎNAN
‘Rewşa Celal Talebanî baş dibe’
Hat ragihandin ku rewşa tenduristiya Serokkomarê Iraqê û Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talebanî ku roja sêşemê ji ber nerehetiyeke ji nişka ve rakiribûn nexweşxaneyê her ku diçe baştir dibe. Berpirsê nivîsgeha çapemeniyê yaTalabanî Barzan Şêx Osman got: “Rewşa Serokkomar her ku diçe baştir dibe.” Êvara sêşemê, bijîşkan bi civînekê aşkere kirin ku xwîn rijiyaye ser mejiyê Talabanî û demarên wî weke berê dixebtin. Hanî Musayê ku bi navê bijîşkan daxuyaniyê da diyar kir ku damarên mejiyê wî dîsa wekî berê kar dikin û rewşekî aloz tûneye. Musa herwiha diyar kir ku wê sibê ji bo Talabanî heyetekî bijîşkan ji Îngîltereyê were. Her wiha tîmeke taybet ji Ingilîstanê jî tê bo dermankirina Talebanî.
BEXDA