Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê da xuyakirin, ku bi fermana faşîzma AKP’ê leşker, polîs û çete bi mehan e ji hewa û ji erdê ve bombeyan li bajarên Kurdan dibarînin û bi her şêweyên li dijî mirovahiyê êrîşan dikin. KCK’ê got, “Li hemberî berxwedana ciwanan û xwerêveberiya gel, hemû rêbazên şerê qirêj û li derveyî mirovahiyê tên bikaranîn. Mîna despotên serdema berê, bi rêbaza ‘kuç li ser kuç, serî li ser nehêlin’ şer tê meşandin.”
Bi vê Civîna Bilind êrîşên xwe dinixumînin
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Hêzên qirkirinê yên bi tank û topên xwe nikarin bi berxwedêrên li Nisêbîn û Şirnexê û derbên giran dixwin, balafir û çekên xwe yên qedexekirî xistine dewrê.”
Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Bi hesta tolhildanê ya hovane, jin, zarok, extiyar, sivîl û birîndar her derê bombe dikin û gazên kîmyewî bi kar tînin. Çi sivîl, çi jî birîndar bi rengekî har êrîşî hemû zindiyan dikin. Ev êrîş di dema lidarketina civîna bi navê ‘Civîna Bilind a Mirovahiyê’ zêde kir. Li Şirnex û Cizîrê her rê, rêbaz û amûrên li dijî mirovahiyê bi kar tînin û bi vê civîna bilind jî van êrîşên xwe dinixumînin. Ji ber civînên bi navê ‘civîna bilind a mirovahiyê’ û têkiliyên berjewendiyan, ev êrîş ji rêzê û normal tên nîşandan. Bi vî rengî Neteweyên Yekbûyî, Ewropa û gelek hêzên siyasî dibin hevparên vî sûcî.”
Temaşekirin tê wateya hevpariya sûcê
Di dewama daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê de hat gotin, “Îro li Tirkiyeyê desthilatdariya AKP’ê ya faşîst heye. Tayyîp Erdogan şefê vê ye. Di demekê de ku li cihên mîna Cizîr û Silopiyayê sûcên li hemberî mirovahiyê tên kirin, bi gotina ‘ev roj rojên wan ên xweş e, hînê wê gelek tiştên din bên serê wan’ nîşan dide ku wê di êrîşên faşîst ên li dijî mirovahiyê de sînoran nas neke. Desthilatdariya AKP’ê û Tayyîp Erdogan, li hemberî Kurdan polîtîkayeke bêsînor a qirkirina faşîst dimeşînin û bi vî rengî veguherîne civakek sûcdaran. Heta ku ji derve û ji hundir dengekî baş bilind nebe, faşîzma AKP û hevalbendên vê faşîzmê, wê her roj sûcên nû bikin.
Temaşekirina li êrîşên li Nisêbîn û Şirnexê êdî tê wateya hevpariya sûcê li dijî mirovahiyê. Lewma, di serî de gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê divê hemû hêzên demokrasiyê li hemberî vê êrîşkariya faşîst dengê xwe bilind bikin û dakevin kolanan. Li hemberî vê faşîzma li Nisêbîn û Şirnexê êrîşên li dijî mirovahiyê dibe ser sivîl û birîndaran û sûcê şer dike, divê helwest bê nîşandan.
Bi berprisyariyên xwe yên exlaqî, însanî û dîrokî
Saziyên mafên mirovan, Neteweyên Yekbûyî, Ewropa û hemû hêzên demokrasiyê yên li cîhanê, mîna temaşekerên li Arenayên Romayê divê bes li vî şerê qirêj ê li Nisêbîn û Şirnexê temaşe bikin. Pêwîst e saziyên mafên mirovan, saziyên sivîl ên demokratîk, çapemenî û rêxistinên hiqûqê yên li Ewropa û qada navneteweyî, vî şerê qirêj ê dewleta Tirk dimeşîne ji nedîtî ve neyên. Ev sûc êdî hemû mirovahiyê û civaka Ewropayê gemarî dike û dirizîne. Ji ber vê yekê, em bang li saziyên mafên mirovan, rêxistinên tenduristiyê û derdorên humanîter dikin, li hemberî şerê qirêj ê li Kurdistanê bi taybetî li Şirnex û Nisêbînê derkevin û bi berprisyariyên xwe yên exlaqî, însanî û dîrokî rabin.”
BEHDÎNAN