Peyama KCK’ê wiha ye: "Em bang li hemû gelê kurd ên li her çar parçeyên kurdistanê dikin ku bi boneya vê roja pîroz a cejnê, xebatên xwe yên yekitî û piştgiriyê bi hêz bikin, di ji nû ve avakirina Rojhilata Navîn de sekna bi vîn a gelê kurd bi hêz bikin û ji bo gelê me bigihe mafên xwe yên ku heq dike, di nava yekitiyeke xurt de tekoşînê bimeşînin. Pêşî hêzên demokrat ên li Tirkiyeyê, em bang li hemû hêzên ku yekitî û biratiya gelan dixwazin, dikin ku li hemberî karanîna çekên kîmyewî yên ji aliyê artêşa Tirk ve, faşîzma ku ji aliyê polîsên tirk ve têne pêkanîn, qirkirina siyasî ya li hemberî gelê kurd û siyaseta kurdan tê meşandin, rabin û tekoşîna yekitiya azad a gelan, wekhevî û aşitiyê xurt bikin. Em bang li hemû gelê Kurdistanê dikin ku bi awayeke xurtir li şehîdên ku bi rêbaz û çekên namerdane ji aliyê dagirkeriya zalim ve hatine qetilkirin, bibin xwedî, bi wesîleya vê cejnê yekitî û piştgiriya xwe xurt bikin û li hemberî dagirkeran serhildanên civakî xurtir bikin. Ji bo gelê me bikaribe cejnek rast û li gorî ku heq kiriye, di welateke azad, demokratîk, di nava aşitiyê û welatek bê zilim de, pîroz bikin, em bang li gelê xwe dikin ku li her warên jiyanê xwe bi rêxistin bikin û bi hemû hêza xwe ve beşdarî berxwedana bi rûmet a netewî bibin."
KNK: Faşîzma dewletê li dare
Kongreya Nevteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi munasebeta Cejna Qurbanê peyamek weşand. KNK'ê di peyama xwede got, " Ji destpêka dîrokê û vir ve, cejnên olî, mirovahiyê teva himbêz dikin û wek bingeha aştî, hewkarî û nêzîkbûna dilsozi a mirovan têne pîroz kirin." KNK'ê destnîşan kir ku dijminên gelê kurd bi êrîş û faşîzma meşandin cejneke din jî li gelê kurd wergerandin şînê û wiha hate gotin: " Dewleta Tirk û desthilatdariya sextekar ya AKP'ê, çekên kimyewî bikaranîn û di arîfeya cejna Qurbanê de, di demeke ku gelê Kurd destê aştiyê direj dikir de; bi kiryareke rûreşî û gunehkarî komkujiyek pêk anî û dilê gelê Kurd dax da. Dîse jî, em cejna gelê Kurd û tevahiya cîhana îslamî pîroz dikin û careke din li hemberî raya giştî ya îslamî: Faşîzma kujerî ya dewleta Tirk û ceberrûdî û sextekariya desthlatdariya AKPê bi tundî şermezar dikin."
KNK'ê di peyama xwe de bang li gelê kurd kir ku li dij kirinên faşîzan ê dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP'ê li ber xwe bide. KNK'ê ev bang kir: "Divê gelê kurd dewleta faşîst û desthilatdariya ceberrûd û sextekar ya AKPê baş nas bike û di her qada jiyanê de têkoşîna şoreşgerî nîşan bide. Dive ku gelê Kurd bi dilsoziyeke fedekarane li şehîdên xwe xwedî derbikeve û bidê xuya kirin ku, tu hêz û tu çek nikare yekîtiya gelê Kurd û dilsoziya gelê Kurd ya ligel gerilayên Kurd û ligel azadiyê, ligel jiyana bi rûmet paş de gavan bidê avêtin. Dive gelê Kurd di cejnan de nîşan bide û ku şehîdên azadiyê nirxên herî pîroz û giranbiha ne.
Dive kes û derdorên Kurd ku li dora desthailatdairya ceberrûd ya Akpê kom bûne, ratsiyê bîbînin û vegerin nava gelê xwe û xwe ji şermezariya bikaranîna dijmin xelas bikin."
Ji bo cîhana îslamê bang
KNK'ê her wiha di peyama xwe de ev bang li cîhana îslamê jî kir: "Em weke KNK'ê bang li raya giştî ya cîhana îslamî dikin ku, kiryarên feşîzan, lîstik dek û dolab û şantaja hesûdî ya desthilatdariya AKP'ê û serokwezîr Tayyip Erdogan bibînin û bi dengekî bilind dijberiya xwe nîşan bidin. Dive werê zanîn ku, desthiladariya AKP'ê û serokwezîrê Tirkiyê Tayyip Erdogan, maşika destê dijminên ola Îslamî ye û belavkerê jehra kujerî ya tov û bizrê fitnê, xasûmî û fesadiyê ye.'
ANF/BEHDÎNAN
PKK’ê hişyarî da Cemeeta Gulen
Serokatiya Konseya Rêveber a PKK’ê ku cejna gelê kurd û hemû aleme Îslamê pîroz kir û hişyarî da hikûmeta AKP’ê û Cemeeta Fethullah Gulen. PKK’ê got; “Divê her kes bizane ku ev tekoşîna azadiyê xwediyê hêz û xîreta serkeftinê ye, bila tu kes hesabên şaş neke.”
PKK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser gotinên di rojên borî de Fethullah Gulen li hemberî gelê kurd kir û wiha got; “Rûyê nijadperest, faşîst, komkujîker yê hikûmeta AKP’ê û Cemeeta Fethullah Gulen a li hemberî gelê me û şervanên wê yên azadiyê bi dîmenên ku di çapemeniyê de hatin weşandin, careke din di vê cejna pîroz de aşkere bû. Jixwe li aliyekê sîstema îşkenceyê û tecrîda li ser Rêbertiya me pêk tîne, her wiha êrişên xwe yên îdeolojîk dijwar dike, li aliyê din jî li aliyê din jî li hemberî şervanên lehegên ên azadiya gelê Kurdistanê çekên kîmyewî yên ku ji aliyê hemû hevpeymanên navnetewî ve hatine qedexekirin, bi kar tîne û îmze avêt binê komkujiyeke din. Lê divê hikûmeta AKP’ê û alîgirên wê yên ku dixwazin bi van polîtîkayên xwe cejna pîroz a alema Îslamê di nava şînê de bi gelê me bidin pêşwazîkirin, baş bizane ku PKK û Rêbertiya wê tekoşîneke li gorî naveroka Îslamê; li gorî dad, aşitî, biratî û wekheviyê dimeşîne. Vê tekoşîna me ya mafdar di nava giyanê piraniya gelê me yê kurd ê ku ji sedî notê wê Misilman in, de text daniye. Divê her kes bizane ku ev tekoşîna azadiyê xwediyê hêz û xîreta serkeftinê ye, bila tu kes hesabên şaş neke.”
Di dawiya peyama PKK'ê de jî wiha hate gotin: " Em bang li gelê xwe yê welatparêz dikin ku bi zanebûna Xweseriya Demokrastîk saziyên xwe yên netewî saz bikin û sîstema xwe biafirînin, li hemberî îşkence û tecrîda giran a li ser Rêbertiya me, li derdorê Rêbertiyê bibin xelek û bi giyanê seferberiyê serhildanên topykun pêş bixin û em bang li hemû ciwanên kurd dikin ku bên çiyayên azadiyê û tevlî nava refên gerîlayan bibin.”
BEHDÎNAN