Komîteya KCK’ê destnîşan kir ku êrîşa AKP’ê ya li hemberî hilbijartiyên gel, siyasetmedar û rewşenbîran ji tengezariya wê tê wiha nirxand: “Nerazîbûna nunerên herêmê yên li hemberî hikûmeta AKP’ê ya ku dibêje qey ew dê bi gef û girtinan daxwazên azadiyê biçewisîne, pêşketinek erênî ye, lê ji Erdogan libendêmayina nermkirina uslubê xwe bendewariyek vala ye. Divê hemû Kurdên bi rûmet ên di nava AKP’ê de îstîfa bikin. Siyasetkirina di nava AKP’ya ku nunerên BDP, KCD, şaredar û encamên meclisan ên Kurd digirin, di kîjan Kurdînî, oldarî û mirovahiyê de heye? Hikûmeta AKP’ê bi vê helwestê çareseriyê nayne. Ger îstîfa bikin û helwesteke bi rûmet nîşan bidin, ev yek dê bihêle ku AKP rastiyê bibîne.”
Komîteya diyar kir ku her çendî hate diyarkirin ku dê daxwazên greva birçîbûnê li ber çavan bigirin, lê hema piştî wê operasyona qirkirina siyasî da destpêkirin. Komîteyê da zanîn ku ev yek ji tengezariya AKP’ê tê û wiha rave kir: “Lê vê yekê nekariye berxwedana greva birçîbûnê pûç bike, ne jî rê li ber ruhê berxwedana mezin a bi greva birçîbûnê re derket, hatiye girtin. Berûvajiyê vê yekê bi vê ruhê berxwedanê di sala 2012 de gelê me û demokrasiyê qezenç kiriye.” Komîteyê li hemberî hikûmeta AKP’ê ya ku dixwaze destkeftiyên gelê Kurd tune bike, banga yekitiya eniya demokrasiyê kir û xwest ku divê hedefa wan a sereke ew be ku sala 2012 vebiguherînin sala azadiyê.
ANF/BEHDÎNAN