
Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ji bo kongreyê ev rêgez pêşniyar kir: “Rêgeza Şer û Aştiyê, Rêgeza Neteweyî, Rêgeza Demokratîk, Rêgeza Çandî, Rêgeza Siyaseta Demokratî û Aboriya Civakî.”
Pêşniyar û nêzîkatiya KCK’ê ya ji bo kongreyê wiha ne: “Kombûyîna Kongreya Yekitiya Neteweyî ya Kurd, wekî erkeke dîrokî ya ku pêwîste bê biserxistin, ketiye rojeva gelê me. Wekî tevger, em pêwîst dibînin ku di derbarê rojeva Kongreya Yekitiya Neteweyî û Kongreyê de nêrîn û pêşniyarên xwe bi gelê me û bi raya giştî re parve bikin.”
Bihara gelan
KCK’ê destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn ku berxwedaniya gelan a demokratîk pêş dikeve, di vê demê de rejîmên statukoparêz qeyraneke cidî û pêvajoya serûbinbûnê dijîn û wiha got: “Bi mudaxeleyên hêzên global li ser Rojhilata Navîn şerê jinûve parvekirinê tê kirin. Ji bo jinûve avakirin di warê demokratîk de pêşbikeve, têkoşîna gelan a li ser demokrasiyê û îradeya wan xwediyê roleke diyarker e. Mirov dikare vê serdemê wekî pêvajoya xitimîna rejîmên netewe-dewletê, kûrbûyîna pirsgirêkên ku vê jê re rê vekirî, pêvajoya bêçaretiya polîtîkayên wan bibîne. Bi qasî wê, mirov dikare vê serdemê wekî pêvajoya ku demokrasiyê têde şansê pêşketinê dîtî û pêvajoya avakirina demokrasiya civakî jî bixwîne. Ji aliyekî ve ku polîtîkayên neteweperest-faşîst ên girêdayî netewe-dewletê di dewrê de ne, ji aliyê din ve jî bi berxwedana gelan netewe-dewlet neçarî jihevketineke cidî tê kirin. Pêvajoya ku wekî ‘Bihara Gelan’ tê nirxandin, pêvajoyeke ku têde pirsgirêka maf û azadiyan a neteweyan û ya tevahî beşên civakî, jinan, hindikahiyên olî û qewmî hîn ketiye ber çavan û vana çareseriya demokratîk ferz dikin. Di navbera têkoşîna azadî û demokrasiya gelan û modernîteya kapîtalîst û rejîmên li hemberî guhertina demokratîk liberxwe didin de têkoşîna heyî, wekî ku cîhanê bandor bike, bi wê girîngiyê ji pêşketinên nû re rê vedike.”
KCK’ê da zanîn ku ev pêşketin rasterast bandorê li Kurdan jî dike û wiha hate gotin: “Aşkera ye ku Kurd êdî ketine wê serdemê ku wekî berê neyên rêvebirin. Têkiliyên Kurdan ên navxweyî û têkiliyên wana yên bi gelên cîran û dewletan re, cara yekê asta ku stratejiyên herêmê bi kûranî bandor dike û eleqedar dike, qezenç kiriye. Di nav vê girêdanê de, em di serdemekê de ne ku pêwîste mirov herî zêde li ser têkiliyên Kurd-Ereb, Kurd-Faris, Kurd-Tirk serê xwe biêşîne, li ser bihizire, girêdayî berjewendiya gelan stratejî û polîtîkayan sazbike. Dikare bê gotin ku Kurdistan, di sedsala 21’emîn de ji aliyekî ve bûye navenda şoreşa demokratîk a gelan.”
KCK’ê destnîşan kir ku ‘Nexşeya Rê’ ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan di 15’ê Tebaxa 2009’ê amade kiriye bi awayekî bingehîn projeyek bi rûmet e ku rêya çareseriya demokratîk-aştiyane nîşan dide û divê gelê Kurdistanê, tevahî hêzên siyasî-civakî, rêxistin û sazî, her beş û kesayetê pêwendîdar vê pêvajoya ku têde pêşketinên dîrokî tên destnîşankirin rast analîz bikin.
KCK’ê balkişand ser lîstikên ku li hember Kurdan tên lîstin û wiha got: “Qirkirinên çandî û fizîkî yên ku hêzên dagirker li ser Kurdan pêk anîne, bi şeklên aşkera an jî veşartî hîna dewam dikin. Hebûna wê ku wekî hatî qebûlkirin, tê dîtin jî, rêbazên cur be cur ên qirkirinê ku armanca xwe hebûna Kurdan e, dîsa tên pêkanîn. Armanca her îmezin ya hêzên desthilatdar ên li ser Kurdistanê ew e ku di kîjan qonaxa dîrokê de dibe û di kîjan demê de dibe bila bibe, teqez yekitiya Kurdan asteng bikin. Gelê Kurd, li dijî qirkirinê û parçebûnê, taybetmendiyên xwe yên bûyîna netewe parastiye. Bi komkujî û asîmîlasyonê hebûna wan ji holê nehatiye rakirin.”
KCK’ê da zanîn ku dem hatiye Kurd îradeya xwe ya neteweyî deynin holê û wiha hate gotin: “Ji bo yekitiya neteweyî, ji bo demokrasî û azadiyê şert û mercên vê pêvajoyê heta dawî musaîd in. Ev pêvajo ku bi perspektîfa dîrokî neyê destgirtin, polîtîkayên çareseriyê yên hevbeş neyên çêkirin û bi awayekî bibandor neyên pêkanîn, Kurdan wê bi xetereyên mezin re rû bi rû bimînin. Halbûkî tehemûla Kurdan nîne ku sedsaleke din winda bikin; divê dîrok dubare neke. Ji bo vê, mecbûre bi gelên herêmê re di nava têkiliyên wekhevî, azadî û biratiyê de mafên wan ên netewî bigihe temînateke tam. Wekî din destpêkê gelên asûrî-sûryanî, ermenî, ereb û tirkmen, pêwîste bi gelên wekî van ên li Kurdistanê xwecih re di çarçoveya têgihîştina ‘Neteweya Demokratîk’ de şert û mercên jiyana hevbeş bêne muşexeskirin. Rêya vê jî, bilez di kombûyîna “Kongreya Netewî” ya ku tevahî partî û rêxistinên Kurdistanî, derdorên rewşenbîrên welatparêz û nûnerên civakên baweriyê beşdar bibin re derbas dibe.”
Hesreta mezin
KCK’ê da zanîn ku gel bi hesreteke mezin yekitiya netewî dixwazin, şert û mercên siyasî û pêşketin jî vê li ser tevahî hêzên Kurdistanî ferz dikin û wiha hate gotin: “Wekî tevgera PKK’ê û KCK’ê, ji bo ev Kongreya Neteweyî kom bibe ku ev heyecaneke mezin dide gelê Kurd û navê gaveke dîrokî ye, em bicih anîna berpirsiyariyên ku dikevin li ser me, li hemberî gelê Kurdistanê û tevahî şehîdên Kurdistanê ji bo xwe wekî erkeke nayê derengxistin û wekî deyneke dîrokî dibînin.”
Pêşniyarên KCK’ê
KCK’ê ji bo Komîteya Amadekar a Kongreyê ev pêşniyar kirin: “Girînge Komîteyeke Amadekariyê ya ji kombûna Kongreyê berpirsiyar û rayedar, bi terkîbeke têrê bike û xwediyê hêza temsîlê, bê sazkirin. Divê ev komîte rêxistin û partiyên di hemû beşên Kurdistanê de temsîl bike. Pêwîste tevahî partî, pêşengên olî û yên qenaetê, nûnerên jin û ciwanan, welatparêz û rewşenbîr beşdarî Kongreya Yekîtiya Netewî bibin. Wekî şertê pêşî yê beşdarbûna Kongreyê, divê mirov ji bo tevahî nirxên ku gelê Kurd bi têkoşîna xwe qezenç kirî, bi rêzdarî nêzik bibe. Ji bo avakirina yekitiya netewey, em bawer dikin ku domdariya Kongreya Neteweyî û ji bo têkiliyên bi gelên cîran re di nava aştî û biratiyê de bên pêşxistin. Ji bo Kongre di wateya rast de bibe saziyeke netewî ya hevgirtî, divê prensîbên ku xwe pê digire bên zelalkirin û bi nîqaşa li ser van rêgezan hevbeşbûn bê çêkirin. Ev girîngiyeke mezin hildigire. Di vê wateyê de rêgezên ku pêwîste Kongre esas bigire, em pêwîst dibînin ku wana pêşkêşî raya giştî ya Kurdistanê bikin û em girîng dibînin ku vê derbasî rojeva Kongreyê jî bikin.”
Ji bo Kongreya Neteweyî
5 rêgezên ku KCK’ê ji bo Kongreya Neteweyî pêşniyar kiriye ev in;
- Rêgeza Şer û Aştiyê: Di kîjan rewşê de hebûna gelê Kurdistanê û mafên wê yên neteweyî wê bikevin bin temînatê, di kîjan rewşê de wê di bin tehdîtê de bê û mafê parastina rewa derbikeve, dîsa di kîjan şert û mercan de wê di nava aştiyê de bijî, pêwîste tespîtkirina van hemû hêmayan di nav bergeha ‘Prensîbê Şer û Aştiyê’ de bê diyarkirin. Ji bo êrîşên qirkirina çandî û fizîkî yên li dijî hebûna wê ya netewî, mafên wê yên bingehîn, azadiya wê, yekitiya wê, nirxdaraz û qezencên wê bên çêkirin, di warê siyasî-leşkerî de ku zor û şîdet di dewrê de bê girtin, li hemberî van hemûyan wê helwest çi bê, di vê mijarê de pêşxistina zelaliyê mijareke girîng e. Dema bi rêbazê şîdetê çewisandina van hemû daxwaziyên demokratîk, wekhevî û azadiyê bibe polîtîkayeke dewletê û ji bangên çareseriya demokratîk û aştiyê re bersiv neyê dayîn, wekî din cuda ti rê nemîne, di van rewşan de bi mecbûrî wê serî li şerê parastina cewherî bê xistin. Girêdayî peymanên navnetewî, helwest pêşxistin divê bibe şaxekî vê prensîbê yê esasî.
- Rêgeza Yekitiyê: Têkiliyên di navbera Kurdan de, yekitiya di navbera wan de pêwîste çawa bê çêkirin, pêwîste ev di asta prensîbî de bê diyarkirin. Yekitiya ku Kurdên li Tirkiyeyê, Îranê, Sûriyeyê û Iraqê di navbera xwe de ava bikin, li dijî hebûna dewletên mijara gotinê û sînorên wan ên siyasî nîne. Kurdên li her parçeyê ku rêxistinbûna xwe ya civakî, siyasî, aborî, çandî, dîplomatîk, parastina cewherî hebe û van rêxistinan bêyî ku sînorên siyasî bikin pirsgirêk, bi Kurdên li beşên din re têkilî çêkirin, tê wateya avakirina Konfederalîzma Demokratîk. Di vê çarçoveyê de formula çareseriyê: Tirkiyeya Demokratîk-Kurdistana Xweser, Îrana Demokratîk-Kurdistana Xweser, Sûriyeya Demokratîk-Kurdistana Xweser, Iraqa Demokratîk-Kurdistana Xweser (an jî Federal) e.
- Rêgeza Demokratîk: Pêkanîna prensîbê demokratîk ew e ku li Tirkiyeyê, Îranê û Sûriyeyê tevahî astengiyên destûrî û zagonî yên li pêşiya mafên kolektîf û mafên ferdî yên Kurdan bên rakirin, dewletan jî veguhertina demokratîk derbasî jiyanê bikin û pêwîstiyên statuya Xweseriya Demokratîk bicih bînin. Van dewletan ku demokratîk bibin û mafên Kurdan ên demokratîk netewî yên bingehîn nasbikin, Kurd jî wê li gorî destûr û zagonên van welatan tevbigerin. Wekî pêwîstiya vê jî, di pêşiya rêxistinbûnên Kurdan ên demokratîk de divê astengî neyin çêkirin û îradeyên wan ên siyasî demokratîk ên ku Kurdan bi hilbijartinê derxistî holê, divê bên naskirin.
- Rêgeza Mafên Çandî: Mafên nasname, ziman û çandî yên Kurdan, wê çawa bigirin bin temînatê û derbasî pratîkê bibe, pênasekirina vê û pênasekirina mafên civakên çandî yên cihêreng, prensîbeke girîng ê sekina netewî ya demokratîk e. Ev prensîb, bi giştî naskirina çandên Kurdan û derbaskirina wê ya jiyanê îfade dike. Gelê Kurd, ji ber civakeke netewî ye, divê nasname, çand û zimanê xwe yê ji ber vê pêktê, bi azadî bijî, pêşbixe, biparêze û berî her tiştî divê mafên wê yên çandî yên bingehîn bên qebûlkirin… Zimanê tirkî, farisî û erebî ji kîjan derfetan fayde digire, divê zimanê Kurdî jî ji wan mafan û derfetan fayde bigire û astengiyên li pêşiyê bên rakirin.
- Rêgeza Siyaseta Demokratîk û Civakî-Aboriyê: Gelê Kurd wê çawa beşdarî siyasetê bibe, wê jiyana xwe ya civakî-aborî çawa bidomîne, li hemberî pirsgirêkan têgihîştina çareseriyê ya nîşan bide, vana hemû bi prensîbê siyaseta demokratîk û civakî-aboriyê tên diyarkirin. Gel û tevahî beşên civakî wê çawa bi awayek aktîf beşdarî siyasetê bibin, Kurdên xwediyê nêrîna siyasî ya cuda, nêzikatiya wan a siyasî ya ji hev re wê çi be, zimanê wan ê têkoşînê, têgihîştina wan a siyaseta demokratîk wê çawa be, diyarkirina van xusûsan xerca bingehîn a ‘Yekitiya Netewa Demokratîk’ pêktîne. Hem pirsgirêkên civakî û aboriyê yên li her beşê wê çawa bên çareserkirin, hem jî Kurdên li hemû beşan ji bo pirsgirêkên xwe yên di vê mijarê de çareser bikin wê çawa ji hevdû re piştgiriyê bikin, pêwîste kongre vê diyar bike.
Pêşniyarên pratîkî
KCK’ê diyar kir ku di vê mijarê pêşniyarên wan yên pratîkî wiha ne; divê ji bo hemû perçeyên Kurdistanê mekanîzmeyeke ku karê dîplomasiyî bimeşîne hebe û hebûna statuya bakûrê Kurdistanê ji bo dîplomasiya Kurdan girîng e. Dîplomasiyeke ku ji hewcehiyên tevahî Kurdan re bibe bersiv, encex girêdayî Kongreya Netewî ya Demokratîk dikare bê pêşxistin.
KCK’ê diyar kir ku yek ji erkên herî girîng ê ku pêwîste Kongre bicih bîne jî, divê ji bo Kurdên ku di bin tehdîta qirkirin û komkujiyeke mezin de ne, pirsa ku wê çawa xwe biparêzin zelal bike û çareseriya pratîk diyar bike û wiha hate gotin: “Divê Kurd, ji bo parastina hebûna xwe û azadiyên xwe, tedbîrên ku vê bigire bin temînatê pêşbixin. Wekî gava yekemîn di bin navê fermandariya hevbeş de sazkirina ‘Hêza Parastina Netewî’ bikin hedef an jî hêzên parastinê yên heyî dikarin bi rengê fermandariya kordînasyona hevbeş avabûneke ku pozîsyona kordînasyonê bide çêkirin, saz bikin.”
KCK’ê da zanîn ku divê Kongre, ‘Desteyeke Rêveber’ a daîmî ya ku ji bicihanîna erk û biryarên Kongreyê diyar kirî berpirsiyar be û vê erkê bicih bîne, hilbijêre û wiha hate gotin: “Pêwîste ev Desteya Rêveber, wekî desteyeke ku bikaribe tevahî Kurdan temsîl bike û ji meşandina têkiliyên pratîk-polîtîk ên gelê Kurd berpirsiyar be, bi wî rengî were fikirîn. Li gorî vê, pêwîste xebatên dîplomatîk ên hundir û derve, têkiliyên fermandariya hevbeş, têkiliyên aborî, civakî û çandî wekî sazî ji aliyê vê Desteyê ve bên rêvebirin.”
ANF/BEHDÎNAN