Komîteya Bawerî û Kêmaniyan a KCK’ê bi munasebeta cejna Çarşema Sor daxuyaniyek nivîskî da, cejna Çarşema Sor li xelkê Êzîdî û li gelê Kurd pîroz kir û xwest cejn bi xwe re heviyên nû û jiyanek biratiyê bîne.
Cejn divê biratiyê pêş bixe
Komîteya KCK´ê destnîşan kir ku cejna Çarşema Sor berê ji aliyê gelek gelên li Rojhilata navîn ve dihat pîroz kirin û her çiqas îro ji aliyê hin rejîmên siyasî ve hatibe qedexekirin jî li Îran û Efganîstanê hîn gel agir pê dixe û cejna xwe pîroz dike û li Kurdistanê jî heta demek beriya niha dihat pîrozkirin.
Komîteyê di daxuyaniyê de ev peyam da gelê êzidiyan: “Ev cejn di heman demê de mizginiya zayînek nû ya xwezayê û jiyana di nava biratiyê de ye. Di roja me ya îro de li Rojhilata Navîn gelek şer û pevçûn diqewimin. Em hêvî dikin di van rojên nexweş de ev cejn bibe sedema biratiya gelan.”
Komîteya KCK´ê diyar kir ku Tevgera Azadiya Gelê Kurd her tim xwedî li nirxên gelan derketiye. û ji ber vê jî her tim dibe armanca êrîşan û got; “Ji bo ku li herema me biratî û aştî pêş nekeve di serî de Serokwezîrê Tirk R.Tayyîp Erdogan gelek derdor tovên zikreşiyê diavêjin nava gelan”
Êzîdî xwedî li têkoşînê derketin
Di dawiya daxuyaniyê de weha hat gotin: “Têkoşîna me têkoşîna hêzên başiyê ya Ahura Mazda û ya hêzên tariyê yên Ehrîman e. Xelkê me yê Êzidî jî her tim piştgiriya hêzên başiyê kiriye. Ji destpêka têkoşîna azadiyê heta niha gelê me yê êzidî her tim di nava têkoşînê de cihe xwe girtiye. Xelkê me ye Êzidî her tim bi xwedî derketina Rêber Apo jî ev helwesta xwe daye nîşandan. Em bi van hêstan careke din cejna Çarşema Sor pîroz dikin û bang dikin ku gelê me yê Êzidî zêdetir xwedî li nirxên azadiyê derkeve.”
ANF/BEHDÎNAN
FKÊ pîrozbahiyên cejnê betal kir
Pîrozbahiyên cejna Çarşema Sor ya Êzîdiyan hatin betalkirin. Federasyona Komelên Êzdiyan(FKÊ) bi vê munasebetê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji ber sedemên pêvajoyê yên gelê kurd pê re rû bi rû ye û rewşa çalakvanên gireva birçîbûnê hemû pîrozbahiyên cejna Çarşema Sor betal kirin.
Federasyona Komelên Êzdiyan(FKÊ) hemû pîrozbahiyên îsal yê Cejna Çarşema Sor betal kir. FKÊ´ê bi daxuyaniyekê sedema betalkirina pîrozbahiyan ji rayagiştî re rave kir. FKÊ´ê di daxuyaniyê de diyar kir ku ji ber pêvoya ku li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd tê meşandin, êrîş û rewşa zexmet ku gelê kurd pê re rû bi rû ye û rewşa çalakgerên greva birçîbûnê ku ber bi xetereyê ve diçe, biryar dane ku pîrozbahiyên cejna Çarşema Sor betal bikin.
Di daxuyaniyê de weha hat gotin:”Di rewşeke ku, di serî de Rêberê Gelê Kurd, Birêz Abdullah Öcalan di bin tecrîdeke şidandî de dîl tê girtin û zêdetirî 6000 siyasetmedarên kurd li girtîgehan rehîn in, bi sedan zarokên kurd di girtîgehan de, bi êrîşên dij morovahî re rû bi rû ne, li zîndanên li Tirkiyê û li Strasburgê grevên birçîbûnê dewam dikin, di vê rewşa xeter de wîcdanê Êzîdiyan û Êzîdayetiyê derfet nade ku em cejna xwe bi şadî pîroz bikin.”
FKÊ da zanîn ku ji ber vê sedemê, pîrozbahiyên cejnê yê li sazî û mal û komelên Êzdiyan yên girêdayî FKÊ, wê li herêmên Beremen, Emmerich, Hannover, Walsrode, Wesel, Sulingen û Visbeckê betal kirin.
FKÊ, her weha di daxuyaniyê de di serî de CPT´ê û Konseya Ewrûpayê (KA), bang li hemû sazî û rêxistinên navnetewî kir ku li hemberî daxwazên kurdan bêdeng nemînin û ji bo daxwazên çalakvanên greva birçîbûnê bikevin nav hewldanan û berpirsyariyên xwe bi cîh bînin.
FKÊ mitîngê lidardixe
FKÊ her weha da zanîn ku wê ji bo xwedî derketina çalakvanên greva birçîbûnê û ji bo şermezarkirina helwest û nêzîkatiya dewlet û saziyên mijara gotinê wê di 18´ê Nîsanê, di roja Çarşema Sor de li ber Parlemena Bremenê mitîngekê lidar dixin.
Di dawiya daxuyaniyê de FKÊ banga tevlîbûna mitîngê kir û weha got: “Bi hêviya roja cejna Çarşema Sor, di serî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan û hemû girtiyên zîndanan, ji bo tevahiya gelê Kurdistanê bibe roja azadiyê, bibe roja pêşîlêgirtina bûyerên xeter, herwiha bibe roja gûhertina helwest û nêzîkatiyên dewlet û saziyên navnetewî yên ji vê rewşê berpirsiyar in, di serî de Êzdiyan, em bang li hemû Kurd û dostên wan dikin ku tevlî mîtinga ku wê 18´ê Nîsanê, saet di 16,00 an de, li ber Parlemena Bremenê(Marktplatz), ji aliyê saziya me ve were lidarxistin bibin. “