Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, biryara têkbirina Tevgera Azadiyê ya Kurd bi şer, zext û zordariyê, ku desthilatdariya AKP’ê di civîna Desteya Ewlekariya Milî ya 30’ê Cotmeha 2014’an de girt, gihîştiye qonaxeke nû.

KCK’ê da xuyakirin, hewl tê dayîn vîna gelê Kurd bê şikandin, li ser vê yekê qirkirina Kurdan bê temamkirin û wiha dewam kir: “Êrîşên ji bo tinekirina siyaseta demokratîk a Kurd û tesfiyekirina Tevgera Azadiyê, bi vê armancê tên kirin. Desthilatdariya AKP’ê, li ser bingeha tinekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd û qirkirina Kurdan, diwaze li Tirkiyeyê bibe hêzeke nû ya otorîter hegemonîk. Desthilatdariya AKP’ê û MHP, ji bo bibin aktorên damezrîner ên sîstema qirkirinê ya otorîter a hegemonîk, tifaq kirine. Ya ku hemû polîtîkayên li Tirkiyeyê niha bi re ve dibe, ev tifaq e.

Li dijî me hêzeke faşîst heye, ku li ser bingeha eciaqandina Kurdan dixwaze ji bo sîstema hegemonîk mezhebîparêz û neteweperest, bibe hêza desthilatdar a damezrîner. AKP û MHP êdî veguherîne xeteke siyasî û hewl didin Kurdan qir bikin. Ji bo van hewldanên qirkirinê bi hêsanî bimeşînin, êrîşî hemû hêzên demokrasiyê dikin û li ber rexneyên ji derve tên, radibin.“


‘Li hember tifaqa AKP-MHP’ê rabin’

Di daxuyaniyê de erk û wezîfeya dikeve ser milê hêzên demokrasiyê wiha hate rawe kirin: “Erk û wezîfeya îro dikeve ser milê gelê Kurd û hêzên demokasiyê ew e, ku li dijî tifaqa AKP û MHP’ê helwesteke eşkere nîşan bidin û vîna têkoşînê destnîşan bikin. Ji bo gelê Kurd, meşandina şer li çeperan, meşandina têkoşînê bi rengekî demkî û birêvebirina têkoşînê ji hev parçebûyî, êdî kêm e. Desthilatdariya AKP-MHP’ê û hevalbendên wê li ser tinekirina Kurdan li hev kirine. Ji ber vê yekê şer bi rengekî topyekûn dimeşînin. Ya ku divê li dijî vê were kirin, berxwedana topyekûn a bi feraseta seferberiyê ye. Lazim e were dîtin, ku Kurd hemû êdî di nava şerekî man û nemanê de ne û li ser vê bingehê divê bi awayekî topyekûn seferber bibin. Girîng e ciwan, zarok û jinên Kurd, kolan û taxan her roj bikin qada serhildanê. Eger hêzên faşîst ên qirker pêşî li kombûna ciwanan û gel digire, wê demê divê ciwan û zarok tax û kolanên lê dimînin veguherînin qada serhildanê. Pêwîste jin û dayikên me, weke ruhê azadiyê yê vê serhildanê, mîna her carê bi xurtî tevlî bibin û bi rê ve bibin. Ciwan li taxên lê dijîn, ji ber ku dizanin kî kî ye, dikarin xwe bi rengê komên biçûk bi rêxistin bikin û êrîşî saziyên mêtînger qirkirinê bikin.“


Bersiva ciwanên Kurd a watedar

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku li dij êrîşên mêtîngeriyê yên li ser destkeftiyên Kurdan pêwiste ciwan xwedî helwesteke bi vî rengî bin: “Eger mêtîngeriya qirker dibêje ‘em ê êrîş bikin, beciqînin û biqedînin’ û êrîşî her devera destketiyên Kurdan lê hene, wê demê divê ciwanên Kurd jî ji her devera lê dijîn biherikin çiyayên Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê. Ev yek bersiva herî watedar a li mêtîngerî qirkirinê ye. Pêwîste seferberî beriya her tiştî bi tevlîbûna ciwanan a li nava refên gerîla û xurtkirina hêzên parastinê yên rewa dibe.“


‘Li dij êrîşan piştgirî‘

Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê desnîşan ki ku desilatdariya Tirkiyeyê di rewşeke qels de ye û ev yek wiha vegot: “Delîla herî girîng a qelsiya AKP’ê radixe pêş çavan ew e, hemû îdîa, damezrîner û tifaqên dema damezrandina xwe, daniye aliyekî. Eger rêxistinbûneke siyasî ji zîhniyet û sedemên hebûna xwe qut bûbe, ev yek tê wê wateyê ku bêbingeh û qels bûye. Ji ber vê yekê, eger li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê, Kurd û hêzên demokrasiyê li ber xwe bidin, wê ev tifaq were têkbirin û pêşî li demokratîkbûna Tirkiyeyê vebe. Lewma divê ev şer weke şerekî dawî bê dîtin, zor, zehmetî, zext çiqasî giran dibe bila bibe, divê berxwedan di asta encamgirtin û serketinê de bê meşandin.“


‘Şerê man û nemanê ye‘

Di dawiya peyamê de Serokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ev bang kir: “Pêwîste gelê Kurd û hêzên demokrasiyê êdî bibînin ku jiyana bi dewleteke faşîst a bi vî rengî re nepêkan e, jiyana xwe ya civakî ya rêxistinbûyî ava bikin, ji dewletê qut bibin û weke damezrînerên Tirkiyeya demokratîk têkoşîna xwe mezin bikin. Em li dijî êrîşa qirkirinê şerê man û nemanê dimeşînin. Divê ev pêvajo, li dijî êrîşa tinekirina Kurdan weke pêvajoya berxwedana Kurdan a hebûnê were dîtin. Lewma divê salek li pêşiya me weke pêvajoya seferberiyê were dîtin û bi vî ruhî tevlîbûn li têkoşînê were kirin.

Di serî de Kurd û hêzên demokrasiyê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, divê hemû Kurd û hêzên demokrasiyê yên li Başûr, Rojava, Rojhilatê Kurdistanê, Ewropa û gelemperiya cîhanê di nava vê seferberiyê de cih bigirin.

Desthilatdariya faşîst qirker a AKP-MHP wê têk biçin, wê Tirkiye demokratîk bibe, Kurdistan jî azad bibe.”


 ANF/BEHDÎNAN