Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, cejna Remezanê ku yek ji rojên şahî-kêfxweşî, parvekirin û biratî-aramiyê yên Îslamê, ku tê wateya aştiyê, di serî de li gelê Kurd ê Misilman li tevahiya cîhana Îslamê pîroz kir. KCK, hêzên di bin navê Îslamê de îro li Rojhilata Navîn destekê didin faşîzma DAIŞ’ê bi tundî şermezar kir û bang li tevahiya cîhana Misilman kir, ku li dijî dijminên mirovahî-ol û Îslamê, têbikoş e.
Di bin siya qirkirinê de cejn
KCK’ê got, „Di rojên cejnê de ku nîşaneya aramî û bereketê ye, gefa qirkirinê ya mirovên ji rê derketine û ji xwe re dibêjin Misilman, ji Şengalê heta Kobanê, ji Kerkûkê heta Amedê, ji Hesekê heta Roboskî di jiyana rojane de dewam dike“ û ev xal hat destnîşankirin: „Ji ber vê yekê, di roja îro de çeteyên faşîst ên DAIŞ‘ê û yên destekê didin wan, Misilman an ne Misilman êrîşî hemû Kurdên li bawerî û nasnameya xwe xwedî derdikevin, dikin. Lewma Kurd mîna duh îro jî ji bo karibe aştiyeke rasteqîn bijî yan jî ji bo xwe bigihînin rewşeke aram, ji bilî parastina xwe ti alternatîfeke xwe nîne. Ji ber ku cejn di heman demê de navê xwedîderketina li nasnameya xwe û jiyaneke bi rûmet e. Ji xwe çavkaniya pîrozmendiya cejnan jî ev e.“
Li dijî faşîzma DAIŞ’ê derkevin
Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî dewam kir: „Di van rojên Remezanê de, cîhana Misilman bi êrîşeke xaçparêz a mirovên ji rê derketine û ji xwe re dibêjin Misilman re rû bi rû ye. Li dijî van êrîşan Kurd mîna rojên Medîne yên Hz Mûhammed li dijî Ebû Sufyan û li hemberî Xaçperestan mîna Selahaddîn Eyyûbî li pêş Qûdisê ala têkoşînê li dijî dijminê mirovahiyê li ba didin. Serketinên li çar parçeyên Kurdistanê li dijî Xaçperestên nû DAIŞ‘ê û destekdarên van çeteyan tên bidestxistin, di heman demê de ji bo cîhana Misilman diyariya cejnên rasteqîn in.
Ji ber vê yekê di vê cejna Remezanê de em bang li tevahiya cîhana Misilman dikin ku li dijî faşîzma DAIŞ‘ê têkoşîneke hevpar bimeşîne. Em hêvîdar in ku ev cejna Remezanê li dijî şerên mezheban bibe wesîleya xurtbûna ruhê yekîtiyê. Li ser vê bingehê em cejna Remezanê li tevahiya cîhana Îslamê careke din pîroz dikin.“
ANF/BENHDÎNAN