Di peyamê de hat gotin, “El Qaîde, DAIŞ, Hîzbûllah, Boko Haram, El Şebap, El Nûsra, bi kurtasî navê wan çi dibe bila be çeteyan kengî navê Xwedê bilêv kirin, hingî Îslam ji nirxên demokratîk, pîvanên edalet û wekheviyê gaveke din dûr dikeve.”
Komîteya Bawerî û Gelan a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) bi wesîleya Rojiya Remezanê peyameek nivîskî weşand.
Di peyamê de hat ragihandin ku gelên ji ola Îslamê, bi nakokî, şer û pevçûnan dest bi rojiyeke din a Remezanê kirine û hat gotin, “Ev wexta rojiyê ku rû li hev hatina qelsiyan re dibe wesîle ji bo mirov nefsa xwe terbiye bike, tevî berpirsyariya bawermendan a li pêşberî qûdreta Xwedayî, di heman demê de berpirsyariya civakî jî tîne bîra mirovan. Bi feraseta başî, rastî û bedewî ji bo her kesî ya bawermendên bi dengê wijdan û exlaqê civakê re dest bi rojê dikin, em hêvîdar in ku Rojiya Remezanê wê tevkariyê li çareseriya pirsgirêkên tevahiya mirovahiyê bike.”
KCK’ê di peyama xwe de bibîr xist ku di nava çend salên dawî de gelên li Kurdistan, Iraq, Sûriye û gelek deverên din, li êrîşa çeteyên ku destekê ji navendên kapîtalîst werdigirin, rast tên.
KCK’ê diyar kir ku di vê meha Remezanê de, duaya ji bo defhkirina kom û çeteyên şer ên zerarê didin Îslamê û nirxên demokratîk û exlaqî, helwesta herî rast û exlaqî ye.
ANF/BEHDÎNAN