Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, têkildarî fermandarê pêşmergeyan Dilşad Ezîz ê li Şengalê şehîd bûyî, daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK’ê got: “Em fermandarê pêşmergeyan Dilşad Ezîz ê di berxwedana Şengalê ya li hember faşîstên DAIŞ’ê de şehîd bûyî, bi rêz û hurmet bibîr tînin, li hember bîranîna wî bi rêz xwe ditewînin. Em ji gelê Kurdistan, malbat û xizmên Şehîd Dilşad Ezîz re sersaxiyê dixwazin.”

 KCK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Di êrîşên faşîstên DAIŞ’ê yên li hember hebûn û azadiya gelê Kurd de li hember berxwedan û parastina hevpar a hêzên gerîla, YBŞ û pêşmergeyan de darbeyên mezin xwarine. Çeteyên faşîst ên DAIŞ’ê yên dijminê mirovahiyê û nebûne mirov, ji Kobanê hatine avêtin. Ev koma çete ya faşîst ku li Kobanê rastî têkçûneke mezin a dîrokî hat, wê li Şengalê jî li hember hêzên gerîla, YBŞ û pêşmergeyan rastî heman aqubetê were.”

 Di daxuyaniya KCK’ê de wiha got: “Şehadetên gerîla û pêşmergeyan ên di berxwedanê de, berxwedana hevpar a li Kobanê, Şengal, Kerkuk, Xaneqîn, Mexmûr, Celawle û hwd, li qadên din tê pêşxistin, careke din nîşan daye ku faşîzma DAIŞ’ê dijminê hevpar ê tevayî gelê Kurdistanê ye. Li hember vê rêxistina hov û celad parastina hebûn, azadî û destketiyên gelê me, berpirsiyartiya hevpar a gerîla û pêşmergeyan e.   Ev pêşveçûn hemû yekîtiya neteweyî-siyasî û parastina hevpar a gelê Kurd di asta neteweyî de mecbûr dike. Bîranîna şehîdên Kurdistanê kirina sedema serketinê û ji bo bersiva bendewariyên pêkanîna yekîtiya neteweyî ya gelê me û hêzên parastina hevpar; ji bo me hemûyan, tevayî rêxistin û komên Kurdistanî bûye wezîfeyeke ku nayê taloqkirin. Bîranîna fermandarê pêşmergeyan şehîd Dilşad Ezîz û tevayî şehîdên berxwedanê fermana vê didin.”

 KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Bi pelçiqandina faşîzma DAIŞ’ê ya êrîşî hebûn û azadiya Kurdistanê dike, ji bo gelê me bi awayekî azad, bi ewle û di nav aramiyê de bijî, em careke din soz didin ku bi hemû hêza xwe bi biryardariyeke mezin û ruhê fedayî em ê têkoşînê pêş bixin.”

 Fermandarê pêşmergeyan Dilşad Ezîz roja 16’ê Sibatê li Şengalê bi nîşangirên DAIŞ’ê hat şehîd kirin. 


 ANF/BEHDÎNAN