• Li Şirnexê li ser tehtekî rolyefeke du suwaran hebû, yek jê berê bi temamî hatibû xirakirin, yê dinê jî anîn ber hilweşînê. Ji ber ku li deverê cerdevan hene, mirov bivê nevê zenê ji wan dibe û dipirse, hûn ji kê re dişixulin!

Li Qesrika Şirnexê, li ser tehtekî bilind, rolyefeke ku weke Berê Bûk û Zavê tê nasîn, heye. hin kesan hewl daye wî ji cihê wî bikin û bidizin. Ev rolzefa hanê jî qederê 6 hezar salî ye. Mirov gava di çarçoveya qirkirina çandî û dîrokî ya li Kurdistanê de li meseleyê dinihirê, bivê nevê dipirse, ev dizên hanê ji kê re dişixulin! Jixwe ji ber ku li deverê Cerdevan hene, mirov dikare bihizire ku cerdevanan, ev karê hanê kiribe.

Li bajarokê Qesrikê yê ser bi navenda Şirnexê, rolyefa fîgûrê mirovekî yê li ser hespê ku beriya bi 6 hezar salan hatiye çêkirin, heye. Ev rolyef li herêmê weke Berê Bûk û Zavê tê nasîn; hin kesên nasnameya wan ne diyar, zirareke mezin da vî berî. Beriya niha jî jixwe qismê rolyef ê suwarê bi zirx hatibû rûxandin. Ev devera di navbera Gabar û Cudiyê de weke cihê “Rêbuhêrka Qralan” tê zanîn. Nehate zanîn  ka kengî ev xirakirina dawî qewimiye. Lê texmîn ew in ku defînegeran ev berê hanê ji bo ku bidizin, xira kiribin. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, ev rolyef qaşo li cihekî parastî yê sît e û li deverê cerdevan dimînin. Ji ber wê jî mirov dikare bihizire ku wan ev rolyefa hanê xira kiribe.

 Geliyek û rêgeheke qralan

Rolyef li geliyê Qesrikê ye. Ev geliyê hanê Çiyayê Cûdî û Gabarê bi hev ve girê dide, başûr û bakurê Mezopotamyayê jî bi hev ve girê dide. Hêmû rêyên di navbera başûr û bakurê Kurdistanê de jî di vir re derbas dibin. Li Qesrikê, di zinarên bilind de kun hatine vekirin û holik û kozikên ji bo nobetê di wan de hatine avakirin. Ji van diyar dibe ku gelek qral di vir re derbas bûne. Ji Qesra Mîr a li deverê jî tenê çend dîwarên xerabe li ser piyan mane.

Ji nava dîrokeke kevnar

Rolyef li rojava yê gelî ye û bi ser milê Başur ê Geliyê Rîsorê hatiye avakirin. Rolyef li pala rêya navbera Qesrik û Cizîrê hatiye avakirin, 3 metroyan ji rê û jor ve hatiye danîn. Peyker wekî siwarê hespê tê zanîn. Peykerê ku dişibe siwarê şervanê ser pişta hespê, xuya dibe ku bi zirxan hatiye pêçan. Li gorî hin rîwayetan ev rolyefê Siwarê Partan in. Cara yekê sala 1909’an Gertrude Bell wêneyê wê girt û diyar kir ku Rolyefê Partan e. Bell, diyar dike ku pêwîst e ne li nava berhemên Asuran, li nava berhemên Partan de lê bigere.

Hin dîrokzanên Kurd jî difikirin ku rolyef ji serdema Gutîyan yanî beriya bi 6 hezar salan mabin.

 ŞIRNEX