RÛKEN GOMAN / ANHA / GIRKÊLEGÊ

Şemsa Şêxmûs a ji  Gundê Kevirê yê ku xwedî dîrokek kevnar û xwezayeke xweş e, diyar kir ku ew ji xweza û jiyana gundê xwe gelekî hez dike û got, “Gundê me cihê hezkirin û wekheviyê ye. Heta emrê me hebe, em ê li ser axa xwe bijîn. Em ê çand û dîroka xwe biparêzin.”

Gundê Kevirê ser bi navçeya Girkêlegê ya Kantona Qamişloyê ye. Ev gund bi kevirên xwe yên reş û dîrokî navdar e. Navê gund ji Kevrê Denê tê. Ew jî alaveke kevnar e. Ev kevir hîn li cihê xwe disekine. Dema ku mirov li vî kevirî dinêre efsûna xwezayê û xweşikbûna wê dibînin. Niha li gund çandinî tê kirin, sewal û dewar tên xwedîkirin. Jina bi navê Şemsa Şêxmûs ya li Gundê Kevirê dibêje, “Axa gundê me bi bereket e. Li gund jiyaneke xwezayî heye. Lewma em ji gundê xwe gelekî hez dikin.”

   

Heta em hebin 

Şemsa Şêxmûs dibêje, “Gundê me bi xwezaya xwe gelekî xweş e û balê dikşîne ser xwe. Dema em li cihên wê yên dîrokî dinihêrin, em dibînin ka çawa xwedî şaristanî û efsûneke mezin e. Em çanda xwe ya dîrokî diparêzin û heta em hebin, em ê biparêzin.”

Şemsa Şêxmûsê axaftina xwe wiha bi dawî dike: “Gundê me cihê hezkirin û wekheviyê ye. Heta emrê me hebe em ê li ser axa xwe bijîn. Em ê çand û dîroka xwe biparêzin. Axa gundê me bi bereket e. Lewma em ji gundê xwe gelekî hez dikin.”