Nivîskar Alison Buckley di heman demê de li Awûstralyayê endamekê lobiya Kurdan e, û ji nêz ve têkoşîna Tevgera Azadî dişopîne. Buckley derbirî ku piştî ku Keybanûya Vaştî dinase dikeve pey şopa wê û dû re fêhm dike ku Vaştî bi eslê xwe Medî ye û ev jî dihat vê wateya ku Vaştî Kurd e. Piştre Buckley lêkolînên xwe kûrtir dike û 2013´an di romanên bi navê “Keybanûya Medên Antîk: Vaştî” û “Kaybanûya Mîstîk a Medan: Esther” derdixe û dide çapê.

Piştî pêhesîna Vaştî, Med û Zerdeştî û têkiliya wan bi Kurdan re, dikeve pey şopên gerîlayên Kurd ên jin.


Da ku gelên din bila empatiyê bikin

Her wiha Buckley diyar dike piştî du kîtêbên dîrokî dixwaze li ser rewşa aktûel a Kurdan jî têra xwe agahdar be ji lewre bi gerîlayeke berê re têkilî datîne û bi hawî lêgerîna xwe li ser çavkaniyên heyî dide domandin. Piştî demeke jî dibêje “ Min bi dest xwendina Serok Apo kir.”

Buckley di kîtêba xwe ya di Rite of Honour (Rêûresma Rûmetê) de bi çavên hemşîrekî Awûstralyayî û şervaneke bi navê Evin Feili şerê Kurdan a li hemberî DAIŞ´ê vedibêje.

Herî dawî Buckley destnîşan dike ku dixwaze bi rêya romana xwe ya nû gelên din bi Kurdan re empatî bike û da ku bizabin şerê wan a ji bo însanetiyê ye.  


SUNA ALAN/LONDON