Hevserokê KNK’ê, Rêbwar Reşîd û parlamenterê Goran Ebdulrehman Elî piştî serdanê civîna çapemeniyê lidar xistin. Rêbwer Reşîd di civîna ji çapemeniyê re axivî û got: “Armanca serdana me nîqaşkirin li ser rewşa Herêma Kurdistanê bû. Her wiha me pêşniyar kir ku konferansek ji bo şêwirmendî û nîqaşên li ser çareserkirina rewşa bi aloz a Herêma Kurdistanê were lidarxistin. Lê belê heta niha cih û dema konferansê nehatiye diyarkirin.”
SILÊMANÎ