Ji Kobanê bû ji ber koronayê li Bremenê wefat kir
AZÎZ ÇÎFTÇÎ/BREMEN
Penaberê Kurd ê ji Kobanê yê li bajarê Elmanyayê Bremenê dima, Xalid Mihê El-Din Hemo yê 55 salî, ji ber şewba vîrusa koronayê pêr wefat kir. Ew piştî êrişên DAIŞ’ê li dijî Kobanê ji bajarê xwe derketibû û bûbû penaber. Cenazeyê wî li Bremenê hat veşartin. Herçî xelkê din ê mala wî ye, ew jî bi vîrûsê ketin, belê rewşa siheta wan baş e.
Malbata Hemo li navçeya Vegesack a ser bi Bremenê dima. Ji ber ku testan nîşan da maliyên din jî bi vîrusê ketine, malbat bi temamî ketibû karantînayê. Rewşa hemûyan baş bû ji bilî Xalid Mihê El-Din Hemo; piştî ku 10 rojan li beşa dermankirina taybet a nexweşxaneyê hat dermankirin, wî pêr wefat kir.
DAIŞ’ê kurê wî kiribû êsîr
Xalid Mihê El-Din Hemo ji gundê Zerkotik e, 5 kur û keçeke wî hebûn. DAIŞ’ê sala 2015’an kurekî wî êsîr kiribû, belê piştî rizgarkirina Kobanê, ev kurê wî jî bi silametî hatibû xilaskirin. Malbat ji ber êrişen DAIŞ’ê pêşî çûbû Başûrê Kurdistanê, û beriya bi sê salan jî li Bremenê bi cih bûbû. Piştî wefata bavê xwe, kurê wî Edhem ji me re got, “Piştî ku saziyên li bajarê me gotin, dernekevin derve, bavê min pirr dîqet dikir, ne mecbûrî bûya em dernediketin derve. Ji vê vîrusê ditirsiya; sed heyf û mixabin ji ber vê vîrusê wefat kir.”
Edhem wekî din got, rewş cidî ye, “em xwe û nasên xwe biparêzin; heger dibe, em neçin serdana hev.” Ethem wekî din got, bavê wî xwestiye li Kobanê bê veşartin, lê ji ber rewşa awarte ya şewbê, wan neçar cenaze li bremenê veşartiye.