Agirê Newrozê herî dawî jî dê 22'ê Adarê li gelek bajar û metrepolên Kurdistan û Tirkiyeyê belav bibe. Gelê Kurd dê îsal azadiya Ocalan a fîzîkî bixwaze. Newroza Îsal bi slogana "Ji Ocalan re Azadî" wê bê pîrozkirin. Newroza Îsal bi şîara "Êdî Bes e ji Rêber Apo re Azadî" tê pîrozkirin.Di pîrozbahiya Newroza îsal de bal tê kişandinî ser berxwedan û serkeftina şervanên YPJ/YPG'e yên li Kobanê û Şengalê. Di heman demê de dê di Newrozê de starta hilbijartina 7'e Hezîranê jî bê dayîn. Agirê Newrozê îsal dê ewil li sînorê Kobanê û Pirsûsê ku bû sembola berxwedan û serkeftina şervanên YPG-YPJ'ê ya li hemberi çeteyên DAIŞ'ê geş û bilind bibe. Agirê ku li vir geş bibe dê pêt bi pêt li Kurdistan û Tirkiyeyê belav bibe û tîna xwe bide hemû gelê Rojhilata Navin. Îsal dê endam, rêveber û Hevserokên KCD, HDK, HDP û DBP beşdarî Newrozan bibin.
Çavê cîhanê li Amedê ye
Ji ber ku çav li rê ye ku peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi dîmen di Newroza Amedê de bê nîşandan, çavê hemû gelên cîhanê li Newroza Amedê ye. Ji ber vê yekê di serî de ji keleha Berxwedanê Kobanê û Rojava û ji çar parçeyên Kurdistanê Kurd dê berê xwe bidin Amedê û biherikin meydana Newroza Amedê. Dîsa ji Tirkiye, Ewrûpa û gelek welatên cîhanê xelk wê were Amedê. Akademîsyen, niviskar, rewşenbir, rojnameger, siyasetmedar, şanoger, nuneren dewletan u gelek kesên din dê bên Amedê û li Amedê Newrozê pîroz bikin.
Cih û rojên pîrozbahiyê
17 Adar: Pirsûs, Şax, Saray, Çardêran
18 Adar: Colemêrg, Agirî, Bedlîs, Cizîr, Qileban, Qaser, Mîdyat, Farqîn, Çinar, Gumgum, Kop, Erdîş Qelqelî, Bêgirî, Kercews, Curnê Reş, Xelfetî, Bêracûk, Wêranşar. Kolik, Kanîreş, Pilûr, Qereqocan, Tekman, Qereçoban, Dih.
19 Adar: Riha, Şirnex, Îdir, Meletî, Çewlik, Mûş, Êlih, Pazarcix, Dêrsim, Erdexan, Kocaeli, Qirşehir, Mugla, Bismil, Erxenî Nisêbîn, Dêrik, Şemrex, Gever, Elbak, Bazid, Dutax, Tetwan, Elcewaz, Norşin, Misirc, Xinis, Qereyazi, Dîgor, Kaxizman û Cihanbeylî.
20 Adar: Wan, Sêrt, Mêrdîn, Qers, Elezîz (Xerpêt) Semsûr, Erzîngan, Osmaniye, Yalova, Lîce, Melezgirt, Patnos, Giyadin, Eleşgirt, Bişêrî, Kozluk, Sêwêrek(Girêsor) Hewag, Serêkaniyê, Hîzan, Xelat, Hezex, Tarsus, Kulu, Haymana, Dîlovasi, Sîlopî.
21 Adar: Amed
22 Adar: Stenbol, Bûrsa, İzmir, Manisa, Adana, Mersin, Hatay, Dilok, Konya, Ankara, Denîzlî, Antalya, Aydın, Çanakkale, Uşak, Tekirdag.
DÎHA/AMED