
Ji bo şermezarkirina 15’ê Sibatê lîv û tevgera Kurdan li seranserî cîhanê didome. Yekîtiya Ciwanên Rojava û Yekîtiya Jinên Ciwan li gundê Dadalî ku 25 km li rojavayê bajarê Kobanê dikeve kombûn û ji wir dest bi meşa dirêj a ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, kirin.
Meşa ku bi dûrişmeya ‘Bi tolhildana şoreşgerî dagirkerî parçe bike û Rêbertî rizgar bike’ ciwanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan, ala TEV-DEM, ala Yekîtiya Ciwanên Rojava û Jinên Ciwan ragkirbûn û pankêrta ‘Ger ne tu bî kî, ger niha na kengî’ vekiribûn.
Bi destpêkirina meşê, Rêveberê TEV-DEM`ê Malik Mîtan axivî û kompolya naveteweyî şermezar kir.
Bavê şehîd Fîras Kobanê Endamê Yekîtiya Ciwanên Rojava ku di hemleya rizgarkirina Minbicê şehîd ket, Mihemed Dadalî axivî û da zanîn ku bi saya berxwedana Rêberê Gelê Kurd Ocalan gelê Kurd gihîşt vê aste.
Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Mîdiya Kobanê axivî û soza şopandina rêya ku Ocalan ji wan re destnîşan kiriye careke di dûbare kir.
Meşvan 15 km meşiyan û duh gihîştin gundê Derbazanê.
Li gorî planê, wê meşa ciwanan heta 15`ê Sibatê bighijî bajarê Kobanê û li vir wê tevlî meşa ku TEV-DEM`ê ji bo lenetkirina komployê organîze kiriye, bibe.
KOBANÊ