Şervana YPJ’ê Şêrîn Ehmed (24) ji şêniyên bajarê Qamişloyê ye. Di dema şoreşa Rojava de malbata Şêrîn ji ber rewşa aborî koçî barjarê Bakurê Kurdistanê Amedê kirin.
Şêrîn derbarê şert û mercên koçberiyê de axivî got: “Em li kampa koçberan a Amedê bi cih bûn. Kiryarên dewleta Tirk li dijî koçberan kiryarên ne mirovane bûn. Tundiya wan gihişt asta lêdanê û destdirêjiya li dijî jinan.”

‘Min xerîbî hîs dikir’
Şêrîn got, ew piştî mehekê ji kampê derketin û got: “Piştî ku malbateke xizmên me bûn kefîlê me, em ji kampê derketin û em li malekê bi cih bûn. Lê min xerîbî hîs dikir. Dema kesekî ji min pirs dikir, min digot, ez ji Rojava me, digotin, tu li vir çi dikî. Li Rojava şoreş heye.”
Şêrîn anî ziman ku wê berxwedana li Rojava bi rêka çapemeniyê dişopand û weha axivî: “Berxwedana li Rojava bandoreke mezin li min dikir û min jî dixwest cihê xwe di nava berxwedanê de bigirim. Min gelek caran hewl da ku ez vegerim, lê malbata min îqna nedibû.”

Biryara vegera Rojava da
Şêrîn got, bi tevahî hemû hewldanên wê jî malbat razî nebû ku ew vegere Rojava û axaftina xwe weha domand: “Min biryara xwe da ku ez vegerim Rojava û tevlî nava refên YPJ’ê bibim. Ji ber ku min dixwest di nava berxwedana dîrokî de cîh bigrim. Ji ber vê jî ez di 23’ê Adarê de di rêya deriyê sînor ê Dirbêsiyê re vedigeriyam Rojava û yekser berê xwe da navenda YPJ’ê ya Hesekê. Şîrîn dema tevlî nav refên YPJ’ê dibe navê xwe dike Devrîm Şervan.

Devrîm Şervan bang li hemû ciwanên Rojava yên li koçberiyê kir ku vegerin û cihê xwe di xebatên parastin û avakirina Rojava de bigirin.

RÛKEN  BERÎ
ANHA/HESEKÊ