
NAZIM DAŞTAN / DÎHABER/REQA
Pêngava “Cenga Mezin” a rizgarkirina Reqayê ku ji aliyê şervanên QSD’ê ve didome 52 roj li pey xwe hiştin. Heta niha 8 tax hatine rizgakirin û bipêşveçûna şervanan a ber bi eniyên rojava, rojhilat û başûr ve jî didome. Li tevahiya eniyan şerên giran di navbera şervanan û DAIŞ’ê de diqewimin. Li her sê eniyan şervanan hemû hêza DAIŞ’ê şikand û kêlî bi kêlî bi pêş de diçin. Li gel 17 hêzên ku tevlî pêngavê bûne, Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) jî di nav pêngava rizgarkirinê de cih digirin. Ferzad Sozdar yê ji şervanên YBŞ’ê û ji gundê Koço yê bi ser Şengalê ve ye û gundê Koço di dagirkirina DAIŞ’ê de fermana herî dijwar jiya. Sozdar ê ku di refên berxwedanê yên herî pêş de cih digire 21 salî ye û DAIŞ´ê gelek xizmên wî revandine. Dema DAIŞ êrîşî Şengalê dike dayik, bav û xwişk û birayên xwe rizgar dike. Lê bele xaltîk, metik û xalên wî dîl dikevin destê DAIŞ’ê. Sozdar piştre hîn dibe ku du xalên wî hatine înfazkirin û metik, zarokên metika wî û xaltîkên wî jî ji Musilê dibin Reqayê.
Dijwariya li Koço
Sozdar da zanîn ku dema DAIŞ dikeve gundê wan, herkes dixwaze xwe rizgar bike û got, “Em çûn gundê Solaxê. Dema DAIŞ hat gelek Şengalî reviyan. Lê Koçoyiyan got, ‘Nikarin tiştekî ji me bikin û kirîvên me yên Ereb hene. Bi vî awayî gelek baweriya xwe bi wan anîn. Lê belê hemû piştevanên DAIŞ’ê derketin û ew firotin. Hemû jin û keçên gundê Koço desteser kirin û li gel xwe birin. Yên mayî jî hemû qetilkirin. Li Kolanên Koço xwîn diherikî. Komkujiya herî mezin li gundê Koço bi ser Êzîdiyan ve pêkanîn.”
Min jî gorên komî dîtin
Sozdar da zanîn ku ewqas mirov qetil kirin, piştre jî gorên komî derketin holê û got, “Min jî ew gorên komî dîtin. Lê kes cenazeyan nas nake û ji hev nayên derxistin. Me komkujiyek herî dijwar a di dîrokê de dît.” Sozdar anî ziman ku piştî ew ji komkujiyê xelas bû, tevli heza parastina Êzîdiyan YBŞ’ê dibe û wiha peyivî: “Ji ber ku heza parastina Êzîdiyan tinebû, Şengal hat firotin. Em mîna qûrbanê DAIŞ’ê hatin hilbijartin. Berî DAIŞ bikeve Şengalê, ewqas hêz û çekên giran ji ku hatin? Lê her kes vê yekê baş dizane.”
Xizmên wî li Reqayê ne
Sozdar dest nîşan kir ku serê du xalên wî hat jêkirin û wiha pê de çû: “Meta min berî operasyona Reqayê dest pê bike, rêyek dît û çend caran bi telefonê bi me re axivî. Meta min herî dawî li gundê Tixna yê nêzî Tebqayê bi min re axivî. Ji min re got dê di demeke nêzîk de operasyona Reqayê dest pê bike û dê me hemû Êzîdiyan li navenda Reqayê kom bikin. Piştî vê axaftinê êdî min agahî ji xaltîka xwe negirt.”
Hatim hesap bipirsim
Sozdar eşkere kir ku ew di serî de ji bo hemû Êzîdî û xizmên xwe yên li Reqayê, hatiye şer bike û wiha bi dawî kir: “Li vê derê şer kirin, ji bo min rûmet e. Hatim hesabên nirxên ku hatin firotin, bipirsim.”