
Cengîz Yazgi ji bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê ye, bi gotina wî, ji herêma Xerzanê ye û di salên 1990’î de ji ber siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd, tevî malbata xwe berê xwe dide xerîbiyê, ango metrepolên Tirkiyeyê. Cengîz ê ku di temeneke biçûk de dest bi hunera çêkirina muzîkê li kolanan dike, dibêje: “Min ji devê deriyê mala xwe dest bi strangotinê kir û paşê mîna derwêşên hemdem li her devereke Stenbolê û heta li gelek deverên Kurdistanê geriyam.” Yazgi ku birayê xwe Bariş ê kemanjen, di deryaya Egeyê de ji dest daye, sedema ku Bariş berê xwe da vê rêya bi mirin ya derdaya Egeyê, wiha îfade dike: “Bariş bi rêya min bi hunerê re elaqeder bû. Ji bo tevlî karên xirab nebe, min kemanek diyarî wî kir. Lê, wer difikirim ku Bariş ji ber qedexe û zextên dewleta Tirk berê xwe da Ewrûpayê û di deryaya Egeyê de bi awayekî zehf nexweş, jiyana xwe ji dest da.”
Di zarokatiyê de dest bi hunerê dike
Cengiz hîna zarok e dema bi dengê xwe yê xweş dihise û hemû daxwaz û hêviyên xwe bi gotina stranan û gîtarê îfade dike û dibêje; “Min di zarokatiya xwede karê desmal firotinê dikir. Her wisa min di wê demê de di ber desmal firotinê re dest bi stran gotinê jî kir. Dengê min xweşbû û ez jî di ferqa dengê xwede bûm. Min dengxweşiya xwe ji bavê xwe girtiye. Mamosteyekê dema eleqeya min ya ji hunerê re dît, gîtarek diyarî min kir. Ez gelek caran diçûm li gel xwendekarên Çapa Tip Fakultesî, ew gelek bi min re di bûn alîkar. Min li wir bi gîtarê dest bi mûzîka klasîk ya biyanî kir.”
‘Destpêkirina hunera Kurdî di jiyana min de gelek girîng e’
Yazgi ku destpêkê stranên biyanî dibêje, paşê bi pêşketina têkoşîna neteweyî ya Kurdan re dest bi stranên Kurdî dike û dibêje: “Ev 6 salên min in ku min dest bi zimanê Kurdî kiriye. Dema ez hindek mezin bûm, ez pê hisiyam ku min Kurdiya xwe ji bîr kiriye û her tiştê min bûye Tirkî. Ji ber ku li herderê Tirkî dihate axaftin û Kurdî tenê di nava malê de dihate bikaranîn. Ev dibû sedem ku mirov bi demê re zimanê xwe yê dayîkê ji bîr bike. Lê, têkoşîna ku di roja îro de tê meşandin bû sedem ku ez li zimanê Kurdî vegerim. Têkoşîna heyî dibû sedem ku hişmendiyeke neteweyî di nava dil û rihê mirov de şîn bibe.”
Heman êrîşa li dijî Kurdî
Cengîz behsa zehmetiyên gotina mûzîka Kurdî li kolanan dike û dibêje; “Ji ber ku me stranên bi Kurdî digotin, polêsên Tirk û faşîstan gelek gotinên nexweş ji me re dikirin û zext li me dikirin. Em digirtin û ceza li me dibirrîn. Digotin tu bangeşeyê dikî. Eşkenceyeke wan ya bi her awayî ya fizîkî û derûnî hebû. Dema min li Îstîklalê, Şîrînevler, Bakirkoyê stran digot, Kurd li derdora min kom dibûn û ji kêfxweşiyan ez himbêz dikirim û çavê wan tijî rondik dibû. Ev jî tişteke zehf girîng bû di jiyana min de.
Ji bo min bi Kurdî huner, çêja xwe û wateya xwe cûda ye. Rast e Tirkî jî zimanek e û tehmeke xwe ya cuda jî heye. Lê, Kurdî ji bo min zehf cudatir e. Dema min stran bi Kurdî digotin, rondik ji çavê min dibarîn. Dengê bavê min jî xweş bû, beriya niha bi 3 mehan wefat kir. Birayên min jî dengê xwe xweş bûn lê, tenê ez bi hunerê re elaqeder dibim.”
‘Ez li vir bi her stîlê stranan dibêjim’
Yazgi behsa bernameya hunerî ya Kurd Idolê jî kir û got, “Bernameya Kurd Idol bernameyeke baş e û bi naverokeke dewlemend e. Em li vir bi her zaravayeke Kurdî stranan dibêjin. Ez bi her stîlê dikarim stranan bêjim. Divê Kurd Idol jî bikare her cure mûzîk û zaravayên Kurdî himbêz bike û jê fêm bike. Ji ber ji her aliyekî Kurd, tên vê bernameyê. Gelek caran ev atmosfera vir me hestiyar dike. Wê rojê me li vir sirûdeke neteweyî bi hev re got, hevalên me yên Rojhilat yên li vir ji ber qedexe û zextên li Îranê gelek hestyar bûn. Em niha fêrî zaravayê hev dibin. Berê zêde agahiyeke min derbarê Soranî de nebû lê êdî hema hema têdigihijim.”
BÊRÎTAN ZAGROS/DANA OMER/ROJNEWS/SILÊMANÎ