Koma Berxwedan piştî 19 salan bi albumeke nû li pêşberî guhdarên xwe ye...
Ev demeke dirêj e ku li stûdyoya MÎR Multîmedyayê xebatên albumeke nû dihatin kirin...
Dê album di 27’ê Mijdarê(iro) de, ango di 36’emîn salvegera damezrandina PKK’ê de derkeve... Koma Berxwedan albuma bi navê “Bûka Azadiyê“ diyarî şoreşa rojava û berxwedana Kobanê dike.
Koma Berxwedan a ku piştî 19 salan albumeke nû derdixe bi hemû endamên xwe ve diyar kir ku ew bi vê albumê hel didin ku Şoreşa Rojava, berxwedana gelê Kurd a li Kobanê û Şengalê bi rêya muzîkê vebêjin. Albuma ku ji aliyê MÎR Multîmedyayê ve tê belavkirin aranjeya wê endamên komê Alî Îkîzer, Mazlum Rewşen û Memo Gul kirine. 
Komên muzîkê ku yek jê pêşengên wan Koma Berxwedan e di salên 1980’ê û 1990’ê de ewrên reş li ser gelê Kurd belav dikir û êş, coş, dîrok û çanda Kurdan vedigotin. Lê piştî salên 2000’î di nav ev qas sazî û derfetên fireh de hunera ku tê xwestin nayê afirandin. Hunermendên koman diyar kirin ku sedêmên van yên bingehîn ew in ku berjewendî û populîzm zêde bi pêş ketiye û ligel têkoşîna Kurdan ya kolektîf de ew ji kolektivîzmê dûr ketine.

Muzîka Koma Berxwedan

Koma Berxwedan jî yek ji pêşengên komên muzîka Kurdî ye. Hunermendên Kurd ên ku ji welatê xwe hatibûn dûrxistin li Ewropayê dest bi avakirina komê kiribûn. Di sala 1983’yan de komek hunermendên şoreşger ji bo ku ji aliyê hunerê ve hêz bide têkoşîna Kurdan avakirina xwe îlan kir. Berxwedan bûbû awazên Mazlum û Hayriyên ku ji Zindana Amedê dengê xwe bilind dikirin, û pêşengên vê dengê jî Hozan Sefkan û Hozan Mizgîn. Di salên serhildanê de stran û sirûdên Koma Berxwedan bilind dibû û xwe gihandibû karkerê ‘Kurdistanê’. Di hunera Kurdî de jiyana komunal û kolektîf çawa pêk tê nîşanê cihanê da û serdema ‘Koman’ da destpêkirin. Kasêtên Berxwedan dibû sedema îşkence û zilmê. Di nav 15 salan de 15 album çêkirin.

Albûma nû
Koma ku di dem aşerê germ ê li Kurdistanê bi albumên xw eve bi deng û awazê vê berxwedanê piştî salan bi pêşketina Şoreşa Rojava û berxwedana destanî ya Kantona Kobanê albumeke ku vê derstana jîndar bikare vebêje amade kir. Koma Berxwedan di rojeke ji bo Kurdan wekî cejn tê pêşwazîkirin jî albuma xwe ya nû ‘Bûka Azadiyê’ digihîne ber destên hezkiriyên xwe
Yek ji endama komê hunermend Eylam da zanîn ku ew bi stranên xwe yên ku germahiya şoreşê ragihîne gel album amade kirine û wiha axivî: “Albuma me ya nû zêdetir cih dide stranên me yên nû yên der barê Şoreşa Rojava û Berxwedana Kobanê. Hêviya me ew e ku dê şopdarên me jî bi vê albumê kêfxweş bibin.”
Hunermenda dengxweş Zozan ku yek ji endamên komê ye destnîşan kir ku hunermendên rasîn divê ku li cem gel û civakê cihê xwe bigirin û ev tişt got: “Hunermend divê ku bibin deng û awazên gelê xwe. Divê ku êş û azar, kêf û şadiyên civaka xwe vebêjin. Me jî di vê çarçoveyê de hewl da ku bi albuma xwe ya nû bikarin hest û dilînên gelê xwe bînin ziman.”

Hunermed Memo jî anî ziman ku albuma Bûka Azadiyê di encama xebateke hûrgilî de hatiye amadekirin û wiha axivî: “Şoreşa Rojava û berxwedana Kobanê bi hemû civaka Kurd re zindîbûnekê pêş xist. Helbet ev yek bandora xwe li ser çand û hunera şoreşgerî jî kir. Me jî bi vê xebatê hewl da ku em ji daxwazên gelê xwe re bibin bersiv.”



REMAZAN OLÇEN/AMED