Endamên Meclisa Federal ya Partiya Çep: Heidrun Dittrich, Annette Groth, Andrej Hunko, Ulla Jelpke, Harald Weinberg, ji berdevkên Konseya Aştiyê ya Almanya Federal Dr. Peter Strutynski, lêkolînerê Aştiyê Dr. Werner Ruf, endama Meclisa Eyaleta Hamburgê ya Partiya Çep Cansu Ozdemîr, Endamê Meclisa Şaredariya Nurnbergê Marion Padua û berdevkê Koma Xebatê ya Kurdistanû Tirkiyeyê yê Partiya Çep Martîn Dolzer.
Zextê li Tirkiye, Qatar û Erebîstana Siûdî bikin
Siyasetmedarên Alman bibîrxistin ku, piştî ANF’ê di nûçeyekê de bilav kir ku, piştî civîna 26’ê Tîrmehê li Dîlokê civîna hatiye kirin û di civînê de biryara êrîşa li ser Kurdan hatiye girtin û diyarkirin ku, Tirkiye, Qetar û Erebîstana Siûdî hemû cûre alîkariyên leşkerî ji komên Îslamî ên Sûriyeyê re dişînin. Parlementer û parêzvanên mafê mirovan ên Alman destnîşankirin ku, heya niha li Sûriyeyê herêmên herî aram û bi ewle herêmên Kurdan bû û ev bang kirin: “Kurdan li Sûriyeyê bi awayek demokratîk rêveberiyên xwe avakirin. Demek dirêj bû ku ev herêm di hedefa Tirkiyeyê de bû û armanc dikir ewlekariya herêmê xirab bike. Ji bo êrîş birawestin û komkujiyên nû çênebin pêwîste Yeketiya Ewropa û hikumeta Federal ya Almanya zextê li ser Tirkiye, Qetar û Erebîstana Siûdî bikin. Pêwîste YE û Almanya ji ber fikrên kolonyalîst piştgiriyê nede komên li Sûriyeyê, li şûna vê pêwîste parêzvanên mafê mirovan bikevin tevgerê. Almanya ku piştgiriya polîtîkayên êrîşwarî ên Tirkiyeyê dike, pêwîste fuzeyên patriot ên li ser sinorê Tirkiye-Sûriye bicih kiriye paşde vegerîne.”
BERLÎN