Konfederasyona Komeleyên Kurd a Ewropa (KON-KURD), ji bo 9. Mîhrîcana Jin a Zîlan a li Bajarê Dortmund Elmanya ji aliyê Buroya Jin a Cenî-Kurd ve tê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniya nivîskî de hat destnîşankirin ku 9. Mîhrîcana Jin a Zîlan di pêvajoyeke pir girîng de tê lidarxistin ku di vê pêvajoyê de di serî de ji bo jinan, ji bo gelê Kurd û tevayî gelên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn pêşketinên ku çarenûsê diyar dikin hene. Di daxuyaniyê de behsa girîngiya pêvajoya aştiyê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin tê kirin û wiha tê gotin, “Zilm, mêtingerî û serweriya pêkhateyên desthilatdariyê yên bi zîhniyeta bi serweriya zilam hatine avakirin li Kurdistan û Rojhilata Navîn êdî ketine pêvajoya hilweşînê.”Di daxuyaniyê de têkildarî berxwedana Parka Gezî û bi vê ve girêdayî çalakiyên li tevayî Tirkiyeyê belav bûn tê gotin ku ev têkoşîna bi rûmet bi keda jin û gelên li ber xwe  didin pêk hatiye û ne bûyereke ji rêze ye.

Bi rihê yekîtiyê têkoşîn

Di dewema daxuyaniyê de weha tê gotin:  “Di serî de têkoşîna Zeynep Kinaci (Zîlan) ku mîhrîcan li ser navê wê tê organîzekirin,  Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez û ya têkoşîna jinên Kurd ku ev 30 sal in berdêlên pir mezin didin, rê li ber van pêşketinan vekirine. Bi wesîleya ku şehadeta salvegera  Zeynep Kinaci nêz dibe  em careke din di şexsê Zîlan, Viyan, Şîlan, Şîrîn Elemhulî, Sara, Rojbîn ve Ronahiyan de tevayî jinên ji bo azadiya gelan bedel dane û jiyana xwe ji dest dane bi rêz û hurmet bi bîr tînin."
KON-KURD’ê  da xuyakirin ku bi şîara "Kurdistana Azad, Tirkiyeya demokratîk û Rojhilata Navîn a Demokratîk” pêwîst e wek beşên civakê yên bindest, yên mafê wan tên binpêkirin li ser bingeha yekîtiyê têbikoşin û rêxistinbûna xwe mezin bikin. KON-KURD’ê di daxuyaniya xwe de di serî de tevayî federasyon û komeleyên girêdayî xwe û endamên xwe bang li tevahiya Kurdistanî û dostên wan ên li Ewrûpayê kir ku bi tevlîbûneke xurt beşdarî 9. Mîhrîcana Jin a Zîlan a diyarî sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatiye kirin bibin û xwedî li biranîna wan derbikevin.

BRUKSEL