Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku her çendî bi berxwedana xurt a gelê Kurd a li her derê beşek mezin a komployê hatiye tunekirin, lê hêzên komploger bi temamî nehatine bêbandorkirin û bal kişand ku bi temamî pûçkirina komployê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd pêkan e.”
KON-KURD’ê bal kişand ku 14’emîn salvegera komploya navneteweyî li rastî bi destxistin û pêşxistina destkeftiyên Kurdan ên li başûr, Rojava û Rojhilat û Bakûrê Kurdistanê hatiye û destnîşan kir ku ji bo gelê Kurd bigihe azadî û çareseriyê pêwîstî bi xurtkirina yekitiya neteweyî û demokratîk heye.
KON-KURD’ê bi vê boneyê bang li hemû Kurdên li Ewropayê yên ji her çar parçeyên Kurdistanê kir ku roja 16’ê sibata 2013 tevlî meşa ku dê ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurd ên Franseyê (FEY-KA) ve li bajarê Strasbourgêbê lidarxistinbibin. KON-KURD’ê bal kişand ku ev meşa mezin dê di heman demê de ji bo şermezarkirina qetilkrina her sê jinên Kurd be jî û bang li hemû dost û demokratan jî kir tevlî meşê bibin.
STRASBOURG