Serokê KONGRA GEL Remzî Kartal der barê meşa bi dirûşima “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdan re Statû” ya ji Cenewreyê heta Strasbourgê ya ku dê ev çalakî bibe mezintirîn çalakiya sala 2012 ya Kurdên li Ewropayê de daxuyaniyek weşand.
Kartal di daxuyaniya dayî de destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê bi piştgiriya ji DYA û NATO’yê werdigire li hemberî gelê Kurd û tekoşîna wê ya azadiyê şereke topyekun daye destpêkirin û got; “Tekoşîna me di vê pêvajoyê de ji bo çareseriyê gihiştiye fînalê.”
Kartal got ku dewleta Tirk bi êrişên ku daye destpêkirin Kurdan destlîm werbigire û rûmeta Kurdan bişkîne û ragihand ku Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di vê polîtîkayê de encam werbigire, li aliyekê tecrîda li ser Ocalan dişidîne û li aliyê din jî êrişan dibe ser çeperên berxwedanê yên Kurdan û bi vî awayî dixwaze rûmet û vîna Kurdan bişkîne.
Kartal got; “Dixwazin bi girtina bi komel yên parlementer û şaredar, siyasetmendarên Kurd, rojnameva, parêzer û dostên Kurdan Kurdan û muxalefetê bê deng bikin, dixwazin bi teknîka dijwar û çekên kîmyewî berxwedana gerîlayan bişkînin û li ser vî esasî dixwazin gelê Kurd teslîm werbigirin. Bi vê armancê, tecrîda girankirî ya li ser Rêbertiya me di roja 186’ê de û berdewam dike û amadekariya wê yekê dike ku vê tecrîdê bikin qanûnî. Ev yek jî tê wê wateyê ku dê tecrîda li ser Rêbertiya me zêdetir were şidandin.
Ji bo meşa Kurdên li Ewropayê dijîn, dê piştî daxuyaniya ku dê di 31’ê çileyê de ji aliyê nuner, rewşembîr û hunermendên Kurd ve bê dayîn, dest bi meşê bikin. Meş dê 18 rojan, ango heta salvegera Kompoloya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd berdewam dike. Kartal ji bo beşdarbûna meşa bi dirûşima “Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdan re Statû” ya ji Cenewreyê heta Strasbourgê ya ku dê di 31’ê çile de dest pê bike wiha bang li gelê Kurd kir: Ji bo ev meşa gelê ya ji bo azadiya Rêbertî û gelê me, ya ku bi boneya saziyên navneteweyî yên weke NY, KE û CPT’yê, bixin nava liv û tevgerê û ji bo ev çalakî bigihe armanca xwe û bandoreke baş li raya giştî bike, divê hemû gelê me, rewşemberî û saziyên Kurd beşdarî vê meşa dirêj bibin û li her derê bi awayeke herî xurt piştgirî bidin çalakiyê.

 Ez di wê baweriyê de me ku dê gelê me yê Ewropayê rola xwe ya dîrokî bileyîze û ji wana re serkeftinê dixwazim.”

ANF/BRUKSEL