Mijara ku bûye mijara bergê bi sernavê “Di 1690-1750 yên Sûriyeya Osmanî de Kurdistana Biçûk” bi îmzeya Stefan Winter hatiye pêşkêş kirin. Di nivîsê de li ser rewşa rojavayê Kurdistanê ya wan salan disekine.

Fehminaz Çabuk  bi sernave “Meseleya Îltîcaya Eşîrên Kurdan di serdama Ebdulhemîdê 2’yemîn de” girtine dest ku kurd wê demê çawa ji nav Osmanî derbesî Îranê, yan jî ji wir dihatin vî alî disekine.

Yek ji lêkolînerên Kurd ê çalak jî Mehmet Bayrak e ku Bayrak di vê hejmarê de bi du nivîsan cih girtiye: “Tarîhul Tevletul Ekrad” ku wekî yekemîn berhema li ser dîroka tê zanîn û “Xebatên ferhengê yên li ser zimanê kurd”.

Rohat Alakom ku her carê bala xwe dide ser şexsiyetek vê carê meseleya “Barbro Karabuda li welatên Kurdan e” girtiye dest; li ser pirtûkên ku wê nivîsîne û tiştên bi ser wê re derbas bûne kirine mijara nivîsa xwe.

Yek ji nivîsên balkêş jî meseleya karker, yan jî emeleyên kurd ên di serdema Osmanî de ye ku Mesûd Serfiraz li ser mijarê nivîsiye. Serfiraz bi sernavê “Di çapemeniya kurd a serdema Osmanî de nûçeyên der barê çîna karker a kurd” mijar raxistiye ber çavan.

Di vê hejmarê de du nivîsên bi kurdî jî cih girtine. Ji van Seîd Veroj li ser “Abdurrehman Nacim”, Mem Med jî li ser “Şêx Evdilqadir” nivîsiye. 


 AMED