Nijadperestê Tirk ê ku Îlona 2015´an li bajarê Hannoverê bi kêrê çar xwepêşandêrên Kurd birîndar kirin, li Hannoverê tê dadgehkirin. Sosret û sosirmet ew e ku dozger tevî delîlên darîçav jî doza girtina nijadperestê Tirk ji dadgehê nekiriye.

Dadgeriya Elman ku beramberî xebatên siyasî, rêxistinî û civaî yên Kurdan li Elmanyayê tê xezebê, beramberê qatilên ku weke DAIŞ´ê hewl didin Kurdan bikujin, serbest berdide. Celal A.´yê nijadperestê Tirk ku di dema meşeke li dijî qedexeya PKK´ê de Îlona 2015´an li bajarê Elmanyayê Hannoverê, êriş bire ser xwepêşandêran û 4 ji wan birîndar kirin, serbest e. Dozgerên ku ji ber rengên kesk, sor û zer bi doza girtinê li dijî Kurdan diçin ber dadgehê, di doza hewldana kuştina 4 Kurdan de, doza girtina nijadperestê Tirk nekir.

Beriya bi sê salan di çalakiya li dijî qedexekirina PKK´ê de nijadperestê Tirk ê bi navê Celal A. bi kêrê êrişî çalakgeran kiribû û ciwanê Kurd Mazlum Oner bi birrîna stuyê wî bi girranî birîndar kiribû. 3 salan piştî êrişê hîna nû dadgehkirina Celal A. li dadgeha eyaletê ya Hannoverê dest pê kir. Ji ber ku êrişkar nijadperest serbest tê dadgeh kirin, gelek derdor nerazîbûnê nîşan didin.

Celal A. yê ku b sloganên nijadperest êriş bir ser Kurdan, paşê tevî kurê xwe ji deverê reviya. Piştî bûyerê nijadperestê Tirk teslîmî polîs bû, lê tevî ku wî dema baz dayî jî bi kêrê êriş bire ser 4 kesan, hat berdan.

Doz çima 3 salan sekinî?

Hîna nû piştî bi sê salan doza li êrişkarê Tirk ê nijadperest karî dest pê bike. Rûniştina dozê ya pêşî 6´ê Tebaxê pêk hat. Dozger bi 4 caran “hewldana kuştina mirovan” doz li Celal A. yê nijadperest vekir. Ciwanê Kurd bi xwe ji ber ku têlên dengên wî hat birrîn êdî tenê bi fisîn û pistepist dikare bipeyive.

Serbest dadgehkirina êrişkar di çapemeniya Elman de jî gelekî tê rexnekirin û nerazîbûn ji vê yekê gelekî tên bi lêv kirin. Çapemenî îşaret pê dike ku êriş bi rêbaza DAIŞ´ê ye, pirsa çima êrişakar serbest e û çima ji bo destpêkirina dozê 3 salan hat rawestîn, tê kirin. Lê dozger doza girtina nijadperestê Tirk nekir, ku ev jî di çapemeniya Elman de tê rexnekirin.

Hefteya bê wê doz dewam bike. Rûniştinên dozê wê 13, 15, 22, 23, 28´ê Tebaxê saet 9´an li Dadgeha Eyaletê ya Hannoverê pêk were. n

 

HANNOVER