Şaxa KURDÎ-DER'ê ya Tetwanê, bi minasebeta 21'ê Sibate Roja Zimanê Zikmakî bi mijara "Zimanê Dayikê" li salona Şaredariyê panel pêk anî. Di panelê de Qunçiknivîsê Rojnameya Azadiya Welat Rodi Zinar, mamosteyê KURDÎ-DER'ê Abdulhekim Kartal pêşkêşî kirin. Di panelê de Parlementerê BDP'ê yê Bedlîsê Husamettin Zenderlîoglu, Serokê BDP'a Bedlîsê Orhan Bezirganoglu, rêveberên BDP'ê, nûnerên KURDÎ-DER, KESK û saziyên sivîl ên civakî amade bûn. Nivîskarê Rojnameya Azadiya Welat Rodi Zinar, anî ziman ku ji ber polîtîkayên serdestan bi dehan ziman li ser ruyê cihanê wanda bûne û xwest kurd li zemanê xwe û çanda xwe xwedîderkevin.
Mamosteyê KURDÎ-DER'ê Abdulhekim Kartal jî anî ziman ku zarokên bi zimanê zikmakî perwerdehiyê dibînin di dersên xwe de bêtir serekftî ne. Kartal, anî ziman ku êdî perwerdehiya kurdî ji bo kurdan jêveneger e.
DÎHA/BEDLÎS