Rêveberê Şaxa KURDÎ-DER'ê yê Erdîşê Cevdet Zîlanli diyar kir ku li herêmê ligel bişavtina ziman qirkirina çand û hunerê jî bi dijwar pêk tê û bi xebatên dikin dê li dijî van polîtîkayên bişavtinê têkoşînê bikin. Zîlanli, anî ziman ku divê hemû kes xwedî li çand û hunerê derbikeve û wiha got: "Bav û bapîrên me hêj zarok ewil hînî hunera dengbêjiyî dibûn. Welatî her şev li malekê kom dibûn û hunera denbêjiyê dikin." Zîlanli, da zanîn ku ramanca wan ew e ku çanda dengbêjî, erbane û tenbûrê ji nû ve careke din pêşbixin.
Serokê Şaxa KURDÎ-DER'ê yê Erdîşê Erol Cengîz jî diyar kir ku xebatên çand û hunerê yên ji bo paşerojê ji pêşerojê re bibin girîng in. Cengîz, anî ziman ku dê giraniyê bidin xebatên çand û hunerê yên bi Kurdî bidin.
WAN