Berpirsa xwendina Kurdî li Kerkûkê Perwîn Fatîh dibêje, ji ber ku rayedarên herêma Başûrê Kurdistanê ji bo xizmetguzariya li dibistanên Kurdî ti kar nekirine, zarok û malbat tercîh dikin xwe li dibistanên Erebî û Tirmanî qeyd bikin.

Kurdên li bajarê Başûrê Kurdistanê Kerkûkê, zarokên xwe ji dibistanên Kurdî dûr dixin û dişînin dibistanên Erebî. Berpirsa Xwendina Kurdî ya Kerkûkê, Perwîn Fatîh ev yek weke metirsîdar bi nav kir.

Ji 15’ê Tebaxê ve qeyda zarokên ku nû dest bi xwendinê bikin, dest pê kiriye. Îsal yek ji xalên balkêş ew e ku li Kerkûkê malbatên Kurd li şûna ku zarokên xwe bibin, li dibistanên Kurdî qeyd bikin, dibin li dibistanên Erebî qeyd dikin.

Malbatên Kurd, ne tenê zarokên nû dest bi xwendinê bikin, wê bişînin dibistanên Erebî, xwendekarên Kurd ên çend sal in li dibistanên Kurdî dixwendin jî vediguhezin dibistanên Erebî û Tirkmenî.

Hejmara xwendekaran kêm dibe

Ji ber bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an ku hêzên Heşdî Şebî û artêşa Iraqê êrişî Kerkûkê kir, ji Kerkûkê gelek malbatan koçî Herêma Kurdistanê kir. Heta niha jî gelek ji wan venegeriyane ser warên xwe. Hejmarek xwendekarên wan malbatan, xwendina xwe vediguhezin bajarên Herêma Kurdistanê.

Wezareta Perwerdeya Iraqê ji bo veguhertina van xwendekaran ti astengî çênekiriye. Biryar heye, her xwendekarek azad e ji dibistanên Kurdî biçe dibistanên Erebî û Tirkmenî.

Berpirsa Xwendina Kurdî ya Kerkûkê Perwîn Fatîh li ser mijarê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku par di vê demê de 14 hezar zarok ji bo pola yek a dibistana seretayî hatibûn qeydkirin, lê îsal heta niha tenê nêzî 10 hezar xwendekarî hatine qeydkirin. Perwîn Fatîh da zanîn ku ev rêje nîşaneyeke metirsîdar e.

Hikûmeta Herêmê jî berpirsiyar e

Perwîn Fatîh bal kişand ser kêmbûna xwendekarên dibistanên Kurdî û diyar kir ku yek ji sedeman ew e ku li dibistanên Kurdî xizmetguzarî nîne û baştirbûna dibistanên Erebî ye. Perwîn Fatîh, hikûmeta Herêma Kurdistanê rexne kir û got; “Nêzî du salen e ku weke pêwîst alîkariya perwerdeya xwendina Kurdî ya bajarê Kerkûkê nekiriye.”

Perwîn Fatîh destnîşan kir ku ji ber wê sedemê ku zanîngeh bi zimanê Erebî ne û ji bo xwendekar xwe ji bo zanîngehê amade bikin, wiha dike ku xwendekar miracaetî dibistanên Erebî bikin.

 

ROJNEWS/ KERKÛK

 
 

Navendek ji bo şarezatiya zarokan

   

NESRÎN ELÎ ANHA / HESEKÊ

Navenda Çand û Huner a Xabûrê ya bajarê Hesekê, hewl dide bi hemû derfetên xwe şarezahiyên zarokan ên hunerî derxe holê û wan bi pêş bixe.

Wekî her herêmekê yan jî bajarekî Sûriyeyê, ji ber zextên rêjîmê zarok û bi taybetî zarokên Kurd, beriya Şoreşa Rojava nikarîbûn afirîneriya xwe ya hunerî bi pêş bixin. Lê bi pêvajoya Şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyeyê re navendên çand û huner li hemû herêman hatin vekirin.

Navenda Çand û Huner a Xabûrê ya li bajarê Hesekê yek ji wan navendan e ku deriyên xwe li zarokan vekiriye. Navend ji destpêkê ve, dewreyên bipêşxistina hobiyên zarokan di hemû warên çandî de vekir.

Navend dikeve taxa El-Miftî ya bajarê Hesekê. Gelek şagirt ji dewreyên govend, stran, lêdana înstrumanan, şano û gelek warên din ji navendê derçûne. Navend dewreyên xwe di dirêjahiya salê de, di rojên în û şemiyê de didomînin.Temenê zarokên beşdarî dewreyan bûyî di navbera 8 û 15 salan de ye. Zarok berhemên xwe di şahiyên li Rojava de, pêşkêş dikin.

Em amade ne fêr bikin

Gelek komên girêdayî navendê ava bûne. Koma govendê ya ciwanan ji 8 kesan pêk tê. Koma zarokan 20 kesî ye  û li ser govendên gelêrî perwerde dibin. Koma stranê ji 25 zarokan pêk tê, li ser stranên nû û yên gelêrî perwerde dibin. Li ser asta şanoyê, koma wê ji 20 zarokan pêk tê û di her şahiyekê de berhemên xwe pêşkêş dikin.

Têkildarî mijara xebatên navendê mamosteya beşa stran û muzîkê Kawa Xalid wiha got, “Ev bû nêzî 7 sal ku ez zarokan li navendê perwerde dikim. Di van demên dawîn de gelek zarok tên beşa stranê. Em weke endamên navendê, amade ne ku zarokan fêr bikin.”

Zarok jî razî ne

Ji aliyê xwe ve mamosteya beşa govendê Barîn Mihemed destnîşan kir ku ew ji bo vejandina çanda Kurdî dixebitin.

Her wiha mamosteyê beşa şanoyê, Mistefa Sêlfî diyar kir ku ew bi rêya şanoyê zarokan fêrî çand û exlaqê malbat û civakê dikin û çawa bibin kesên aktîf di civakê de.

Ji aliyê xwe, zarokan kêfxweşiya xwe anî ziman û malavahiya mamosteyên xwe kir. Zaroka bi navê Viyan Ehmed Ibrahîm a ji taxa El-Salhiyê wiha got: “Temenê min 13 e. Ji salekê ve ez têm navendê û fêrî stran û lêdan înstrumanan dibim.”