Bextiyar Elî yek ji serketîtirîn serhatîbêjê cûreyê vegotinê romanê ye di Kurdiyê de. Romana wî ya bi Soranî ne tenê vegotineke edebî ye ji bo Kurdî, lê ew bêhtir şahidekî serdemekê ye. Serdemeke ku nifşên xwe bi rengekî ji rengan xwarin, ew daqurtandin. Yan jî ji nifşê xwe tenê bermahiyên hêviyê hiştin. Bi romanên xwe Bextiyar Elî hem şahidiya vê serdema di nava serhildan, Enfal û raperînê de dike bi romana xwe, û hem jî çêniyên piçûk ên hêviyê diçêne nav edebiyata Kurd a Soranîziman.

Hem awayê nivîsandina wî û hem jî sêwirandina saziya romana wî li Kurdistanê ewqasî deng veda ku ew bû yekem romannûsê Kurdî ku dikarî debara xwe bi nivîsandina romanên xwe bike. Bi dehhezaran pirtûkên wî fermî hatin firotin û bi sedhezaran jî li Îran û Başûrê Kurdistanê û herwiha wergerên wan ên Kurmanciyê li Bakur hatin xwendin. Hîç cihê metelmayînê nîne ku di nava xwînerên Kurmanciyê de jî Bextiyar Elî textê xwe ava kir. Li Elmanyayê dema pirtûka wî ya yekem a bi navî Hinara Dawî ya Dinyayê belav bû, pirraniya rexnegirên edebiyatê ecêbmayî diman û nexasim jî waweylêya ”Çawa ev gencîneya hanê evqasî dereng hat kifşkirin” weke pesindayîneke serketina romana wî xwe dida der.

Vî çîrokbêjê wêjeya Kurdî li navenda weşana me nêzî bajarê Frankfurtê li Elmanya, bi zarxweşiyeke ji dil, ji bo cara yekem bi evqasî berfirehî behsa xwe, romana xwe û fikr û hizra xwe ya civakî û siyasî kir. Di vê hevpeyvîna bi wî re ku me li nava vê hejmara PolitikArtê de li gelek beşan dabeş kir, hûnê nivîskarekî serketî, çîrokbêjekî zarxweş ê ku hewl dide mirovan re sohbetê bike bibînin. Jidiliya wî belkî ji bo cara yekê wê mutewazîbûna nivîskarekî gelekî serketî nêzî xwînerên Kurmanciyê bike. Ev hostekarê gotinê, ev ehlê peyvê romannûsekî di asta dinyayê de ye, ne kemî ti romannûsê gelekî serketî ye. Beriya vê jî jînegeriyeke wî ya kurt wê alîkar be bi we re ku hûn baştir hevpeyvînê û sohbeta bi Bextiyar Elî re bişopînin. 


Jînegeriya Bextiyar Elî

Bextiyar Elî (Muhemed) salên 1960’î li bajarê Başûrê Kurdistanê Silêmanî ji dayik bûye. Ji bilî romannûsî û helbestvaniyê, ew her wiha rexnegirekî baş ê wêjeyî ye jî.

Bextiyar Elî xwendina xwe ya destpêkê li Dibistana ”Şêx Selam” a li Silêmaniyê qedand. Paşê jî xwendina xwe ya navîn li ”Navendî Ezmer” qedand. Xwendina xwe ya amadeyî jî li Amedehiya ”Hewlkewt” a kuran xwend. Piştî qedandina tevahiya dibistanên beriya zanîngehê li Silêmanî, dîsa li Silêmanî dest bi xwendina jeolojiyê kir. Paşê li Hewlêrê li zanîngeha Selahedînê xwendina xwe dewam kir. Sala 1983’yan ew di dema xwepêşandaneke li dijî rejîma Baasê de i Hewlêrê birîndar bû. Heman salê wî xwendina xwe di nîvî de hişt.


Bi helbestan dest bi nivîsê dike

Serpêhatiya wî ya nivîsê jî heman salê ango 1983´yan bi nivîsandina helbesta bi navê Niştiman dest pê kiriye. Ji bo ku eskeriyê ji rejîmê re neke ew paşê xwe li çiyê û şikeftên li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê digire. Bi her halî tevî ku wî dest bi nivîsê jî kir heta piştî raperînê wî nedikarî berhemên xwe çap bike. Sala 1992´yan wî pirtûka xwe ya yekem, a bi navê Gunah û Karneval (dîwana helbestan) weşand. Romana wî ya yekem jî sala 1997´an hat çapkirin bi navê Mergî Taqaney Duwem. Gotara wî ya yekem a hatî weşandin jî sala 1989´an di rojnameya ”Paşkoyî Iraq“ de belav dibe. 

Her wiha Besam Mistefa 3 romanên Bextiyar Elî wergerandine Kurmancî û niha romana Hinara Dawî ya Dinyayê jî vediguhêze ser Kurmanciyê. Di navbera salên 1992 û 1994´an de gelek semîner û civînê xwnedinê li Silêmanî û Hewlêrê li dar xistin. Sala 1994´an bi dana der a şerê navxweyî ya di navbera PDK û YNK´ê de, ew Kurdistanê bi cih dihêle, pêşî berê xwe dide Sûriyê û paşê sala 1995´an weke penaber berê xwe dide Elmanyayê û ji sala 1999´an ve li bajarê Elmanyayê niştecih bûye.


Jiyana edebî ya Bextiya Elî 

Yekemîn berhema edebî ya Bextiyar Elî ya hatî belavkirin Qesîdey Niştiman e. Di salên 1980´yî de Bextiyar Elî dîwaneke helbestan a dirêj dinivîse, di navê de helbestên bi navê ”Şar”, ”Gunah”, ”Karneval” ji yên navdar in. Destnivîsên yekemîn romana wî “Mergî Taqaney Duwem” wî jî ji salên 1980´yî mane. Payîza sala 1989´an yekemîn gotara wî bi du beşan bi navê ”Qisekirdin li perawêzî bêdengî” di rojnameya ”Paşkoyî Iraq” de hat weşandin.

Di rojên destpêkê yê raperîna sala 1991´ê de tevî civateke nivîskarên din hejmareke ”Kovarî Azadî” derdixe û  paşê jî pênc hejmarên vê kovara tên weşandin. Sala 1992´yan yekemîn dîwana xwe ya helbestan bi awayekî sade û bi tîrajeke kêm çap dike. Di nava karên xwe de destpêka salên piştî raperînê de komeleyeke nivîskar û rewşenbîriyê de jî cihê xwe digire û ji bo dana minaqeşekirinê ya mijarên edebî, di peywendeke neteweyî û civakî de çalak dibe.  Piştî ku şerê navxweyî dide der ew sala 1994´an Kurdistanê bi cih dihêle, ji sala 1995´an ve li Elmanyayê dimîne. Li dûriyê ew dibe yek damezrênerên kovara Rehend sala 1997´an. Li Elmanya ew dest bi nivîsandina romana ”Êwarey Perwane” dike û 6´ê Çiriya Pêşîn a sala 1997´an jî diqedîne. Ji vir û şûn ve tevahiya hêz û bala xwe dide hilberîna edebî. Elî herî dawî pêncşema bihurê xelata aştiyê ya Nelly-Sachs wergirt.


Berhemên wî

Pirtûkên helbestan

*  Gunah û Kerneval

*  Bohîmî û Estêrekan

* Koy berheme şê´riyekan 1983-1998 

*  Îşkirdin le daristanekanî fîrdews da

*  Ta matemî Gulî… Ta xwênî frîşte - Koy berheme şî´riyekan 1983 - 2004

* Ey benderî dost… Ey keştî dujmin, 2007 


Romanên Bextiyar Elî

*  Mergî Taqaney Duwem

*  Êwarey Perwane

* Diwhemîn Henarî Dunya

* Şarî Mosîqare Spiyekan

* Xemşîd Xanî Mamim ke Hemîşe Ba legel xoyda Debird

* Xezelnûs û Baxekanî Xeyal

* Koşkî Ballinde xemgînekan

* Trîlojiya Keştiyî Frîştekan

* Hewarekanî Danyal


Bi awirên wêjezanan Bextiyar Elî


»Pirtûk (Hinara Dawî ya Dinyayê) serincrakêş e, yek ji metnên herî têrûtijî ji rojhilat e ku ji mêj ve nebûn ku em bixwînin. Mirov di cih de têdigihîje ka çima i welatê xwe nivîskar çawa gihiştiye wê astê ku bibe kultek. Çawa mumkin e ku pirtûkeke wisa, nivîskarekî wisa xwe demeke evqasî dirêj ji bazarên me yên pirtûkan veşêre? Em ê hîna gelekî ji wî bibihîsin û bixwînin.«

Stefan Weidner ji rojnameya Süddeutsche Zeitung


»Ji bo gelek kesên ji welatê wî ew wijdanê gelekî rasta gelek felaketan hatî ye. Ew xurtî bi vî romanî re heye ku bibe ji wan pirtûkên ku divê mirov bixwîne.«

ORF TV


»Nivîskar me bi gavên wêrek di nava zemanên ji hev dûr de ji figurekî dibe figurê din, û bi vê jî ji çarenûsekê ber bi çarenûsa din ve. Dema mirov vê romanê dixwîne, weke ku mirov bikeve nava gelek deriyan - û di nava her deriyê de çîrokbêjiyeke nû ya di nava çîrokê de dest pê dike, bi xêra vê jî mirov her diçe bêhtir ber bi dilê sincirî ê romanê ve dadikeve. ›Hinara dawî ya dinyayê‹ xwediyê hemû xisletan e ku heq weke edebiyata mezin a dinayayê bê qebûlkirin.«

Claudia Kramatschek, ji kanala televizyonê ya dewletê WDR 3


Bextiyar Elî yek ji mezintirîn nivîskarên wejeya cihanê ye.

Elî Eşref Derwêşyan

Serokê Komeleya Nivîskarên Îranî

 

Heger di sedsalên li pêşiya me de kesek bixwaze civaka Kurd a roja me ya îro, xwendina romanên Bextiyar Elî wê bibe tişta ku divê ew bikin..                         

Merîwan Kaniye

Rexnegirê wêjeyê yê navdar ê Kurd