Kursan ku her atolyeyek wê ji 17 kesan pêk tê, di 14'ê mijdarê de dest pê kir. Kurs dê mehekê berdewam bikin. Armanca van kursan ev e ku jin di xwendin û nivîsandinê xwe pêş bixin. Di karên wek dirûtina cilan, çêkirina pastayan de jî karibin bi jiyaneke komunal ve girêdayî aboriyek komunal ava bikin. Di bin banê Weqfa Jinan de jinan zend û bendên xwe hildan û dest bi xebatê kirin. Jinan diyar kirin ku ew dixwazin hem di nav malê de hem ji di nava civakê de xwe bi xwe pêş bixin. Jinên di van kursan de perwerdeyê dibînin gotin: "Pêwîstiya me bi avakirina kursên bi vî rengî hene. Êdi em dixwazin xwe bi xwe malbata xwe bi rê ve bibin."

'Divê fêr bibin'

Di beşa perwerdeya zimanê dayikê de Gulê Ozek ku perwerdeyê dibîne kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Ji bo ku me nizanîbû em navê xwe binivîsînin, em pê diêşiyan; lewma me pêwîst dît ku em xwe fêrî xwendin û nivîsandinê bikin. Em gelekî kêfxweş in ku kursên bi vî rengî hatine vekirin. Hêviya me ev e ku hemû dayikên ku nizanin xwendin û nivîsandinê werin tevlî kursan bibin." Mamosteya beşa dirûtina cil û bergan, Şîlan Ehmed jî diyar kir ku, ev demeke dirêj e mamostetiya dirûtinê dike û got: "Min xwest ez jinan fêrî dirûtina cil û bergan bikim. Xebateke wisa ji bo min gelekî pîroz e. Divê jin fêri her karî bibin. Hêviya min ev e ku jin tevlî van kursan bibin da ku bikaribin xwe bi xwe îdare bikin. Mirov fêrî çi bibe dewlemendiyeke jiyanê ye."

Mamosteya çêkirina pastayan Xwenda Rehman jî nêrînên xwe anîn ziman û got: "Ji bo jin bikaribin bi xwe cihê kar vekin, me pêwîst dît ku em jinan fêrî çêkirina pastayan bikin. Di esas de rêvebera aborî ango ekonomiyê jin e. Heke kursên wiha hunerên jinê werin dewlemend kirin di paşerojê de jin aboriya ku ji dest hatiye girtin careke din dikare bi dest bixe û çawa di her qada jiyanê de bi saya Tevgera Jin bûye pêşeng di vê beşê de jî heman pêşengiyê wê bike."

DÎHA/ MEXMUR