
Rêveberên komeleyê li hemberî daxwaz û eleqeya hînbûna Kurdî keyfxweş kin. Rêveberê Şaxa KURDÎ-DER’ê Hîlal Kuzu, diyar kir ku di sala 2013-2014′an de 320 xwendekar perwerde kirin. Kuzu, anî ziman ku gelê Qoserê ji sedî 90 Kurdî diaxive û xwedî li zimanê xwe derdikeve.
Projîla serlêderan
Kuzu, da zanîn ku bi taybet eleqeyê ji xwendekarên zanîngehê dibînin û divê hemû dayîk û bav bi Kurdî bi zarokên xwe re biaxivin. Kuzu, bilêv kir ku li dibistanê zarok bi tirkî diaxivin û wiha got: “Ji ber vê yekê hin caran zarokên me zimanê xwe ji bîr dikin û gelek caran jî di axaftinê de zehmetiyan dikêşin. Ji ber vê yekê divê dayîk û bav li gel zarokên xwe bi Kurdî biaxivin. Em dixwazin bên saziyê jî. “
Hestyarî divê
Kuzu, destnîşan kir ku li hemberî asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî bi salane têkoşînê dikin û serlêdanên tên kirin kêm in û divê ev hejmar zêde bibe û wiha pê de çû: “Weke tê zanîn hebûna gelekî bi zimanê wî re çêdibe. Ji ber vê yekê gelê Kurd bi salane têkoşînê dide. Kurdên zimanê xwe nizanibin divê xwedî li zimanê xwe derbikevin û hîn bibin. Heke em xwedî li ziman û çanda xwe derbikevin em dê serbikevin. Ji ber vê yêkê em li benda hemû kesî ne.”
DÎHA/MÊRDÎN