Di hejmara tîrmeh-gelawêj a kovarê de mijara sereke xebatên dij-kurdolojî ne. Di dosyaya ku dibin edîtoriya Serhat Bozkurt de hatiye amade kirin de Nevzat Anuk, Şirkuh Amidî, Serhat Bozkurt, Selda Salihoglu û Îsmaîl Beşîkçî bi nivîsên xwe beşdarî dosyayê bûn.

Di yek ji xebatên pêşî ên dij-Kurdolojî de wisa tê gotin: “Kurdên ku wekî miletek biçûk e û kokê wan nediyar e ku bi navê kurd hatine bi navkirin, di rastiya xwe de ew tirkên ku bi kurdî xeber didin in, kurdî jî a rastî tirkî ye. Ew vê îdîayê dispêrin „Ferhengek Kurdî-Rusî-Almanî ku ji aliyê Akademiya Petersbûrgê ve hatiye weşandin lê heta niha ev ferheng nehatiye dîtin.“

Em neta niha hîn bûbûn ku îdîa kirine Kurd “ji kart-kurt“ê (Dema li ser berfê dimeşiyan ev deng derxistine) bûbûn, lê mînakek balkêş a din heye di vê dosyayê de ku di vê mînakê de Mahmud El-Kaşgarî dibêje „Meseleya tiştên wekî xiyar hişk jî hene, ku dengê kirtê tê. Her wiha ew dibêje, „Hespan dema ceh dixwazir, kirt kirt dixwar“ (!)

Rohat Alakom nivîseke balkêş li ser jiyana rewşenbîrê kurd Faîk Bulut nivîsiye. 

Ruşen Aslan jî bi sernavê „Mînakek: Zulkuf Bilgin, bi çavê dewletê malbata Şêx Seîd“ nivîsa xwe nivîsiye.  


 STENBOL