Weşanxaneya Lîs’ê 6 pirtûkên nû weşandin, du ji wan çîrok, didu helbest in û diduyên mayî jî roman in. Weşanxaneya Lîs’ê bi pirtûkên nû wêjeya Kurdî geş dike û dilê xwînerên Kurdî şa dike. 

Di romana “Hêlange” de Yaqob Tilermenî, Selmanê Esilereb î Nûsayrî û Sînemxana Esilkurd  ên jin û mêrê hev; dîlbûna wan berteref bike, wan dixe ber lêpirsînê.
Selmanê Esilereb û Nûsayrî yê hîndekarê zanîngehê ji bajarê Stenbolê berê xwe dide Cizîra Botanê, welatê hevsera xwe Sînemxanê. Li şûnwarên Melayê Cizîrî, Mem û Zîn û Bekoyê Ewan, Seyid Elîyê Findikî û bavê duyemîn Peyamber Nûh digere, li bizava zimanparêz a ciwanên zanîngehxwende yên Cizîrî li ser esasê Kurdperwerîya Celadet Alî Bedirxan rast tê. Bi giyanê Memduhê ya ji qirkirina Eleqemşê rizgarbûyî re li cih û warên zilûmdîtî digerin. Di bîbîkên çavên zerînî yên Berîvana Cizîrî re derbasî Binxeta Rojavayê dibe.
Sînemxana Esilkurd û mamosteya dîrokê ji bajarê Stenbolê berê xwe dide bajarê Antakyayê, welatê hevserê xwe Selman. Li Baxçeyê Zîrahî yê ku ji Memduh Selîm Begê û Ferîhayê re şûnwarê evînê, digere. Çîroka Habîbî Naccarê pêgirtîyê yekemîn ê ola Îsewî û laneta li ser bajêr a du hezar salî, hîn dibe. Li Elîyê Xesîbî rast tê, dua û dirozgehên wî yên mezheba Elewîyên Ereb dibîne û li kirarên darikê pelûlê yê pergala sedsale dibe govan. Bi nakokîyên hinava xwe re dikeve heft û heştan, li arezûyên gwînê xwe diqeside, weke Daphneya lehenga mîtolojîk bera pê azadîya xwe dide û berê xwe dide bajarê bav û kalan, Cizîra Botanê.
Yaqob Tilermenî, salên dijwar ên çarenûsa du çemên qedîm, Dîcle û Asî; çarenûsa du netewên qedîm, Kurd û Ereb; du bajarên qedîm, Cizîr û Antakyayê dixe nava çargoşeya heman wêneyî û weke Xala Kor a di wêneyê de ji ber çavan bêrî, sînorê çêkirî yê Rojavayê Kurdistanê nîşan dide. 



“Bêdengî” ya Bedran Hîkmet

Romana Bedran Hîkmet ‘Bêdengî’, hinekî vegotina şerekî ye ku carinan di navbera bav û lawekî de, carinan di navbera du birayan de, carinan di navbera du evîndaran de diqewime, lê carinan jî dilekî xerîb û sade ji xwe re dike meydan û wî/wê mecbûrî vekirina vê girêka kujende dike.


“Lata Lêron” a Tahir Taninha

“Lata Lêron” berhema Tahir Taninha ya yekem e. Di vê pirtûkê de 21 çîrokên edebî hene. Mijara çîrokan bi pirranî li ser êşa takekesîyê ye. Carinan bi çavê dayîkekê êşê vedibêje. Carinan jî bi çavê bûkekê, bi çavê mehkûmekî, kalekî, evîndarekê, xortekî, zarokekî; êşê, bindestîyê, xeyalênşikestî vedibêje.

Nivîskar Tahir Taninha, hestên xwe ji bajarê xwe ji Qilabanê digre. Çiya û zozanên Qilabanê, jiyana zarokatîya wî, malbata wî di çîrokan de cihê xwe digrin.

Hestên mirov bi awayeke îronîk, realîst di çîrokan de vedibêje. Ji bo nivîskar hestên takekesî, dengê karakteran xwe bigihîne xwîneran girîng e.


Bi wergera Evdo Şêxo

Di berhevoka xwe ya kurteçîrokan a bi navê “Jineke Laşqot” de, çîroknivîs Ebas Mûsa me radiguhêze qonaxeke nû ya çîroknivîsiya ku kirasê xwedubarekirina nîgeran çirandiye.
“Jineke Laşqot”, bi hevokên xwe yên dilrevîn, bi ramanên xwe yên kûr û têrtijî, bi zimanê xwe yê kubar, rengînîyê ji hestên xwînerê xwe tîne.

Jineke Laşqot a Ebas Mûsa, Evdo Şêxo ji Erebî bo Kurdî wergerandiye.  


Du pirtûkên helbesta

Di “Dema Ku Bi Pinpinîkan Şa Dibim” a Xoşman Qado de, nivîskar Xoşman Qado me li ser pişta hespê xweşbez ê helbesta bexşanî ya Kurmanciya reşbelek siwar dike û me dibezîne ber bi asoyên helbesta derûnî ve, ku hestên meşka dil û mêjîyê me li wir têne kilkirin.

Keça helbeskarê nemir Cigerxwîn Bonîye-Suad Cegerxwîn banag bavê xwe bi helbestî ristiye û navê “Banga Cegerxwîn Ji Gorê” li berhevoka xwe ya van helbestan kiriye. 


 AMED