Weşanên Lîsê pirtûka helbestan a Berken Bereh a bi navê Xana Xemê û romana Dilawer Zeraq a bi navê Bêhna Dara Sincê çap kir.
Weşanên Lîsê li pirtûkxaneya xwe 2 pirtûkên din zêde kirin. Weşanxaneya Lîsê pirtûka helbestan a Berken Bereh bi navê Xana Xemê û romana Dilawer Zeraq jî bi navê Bêhna Dara Sincê çap kir. Her 2 pirtûk jî li pirtûkfiroşan êdî peyde dibin.
Berken Bereh li Xana Xemê ye
Şair Berken Bereh ku berê bi pirtûkên Êş, Şagirtên Evînê, Pandomîm, Şîna Helbestê, Dilê Min Palgeh e Ji Işqê Re, Ji Dûriyê Re û Xewna Dawî di dilê xwendevanên xwe û helbesthezan de cih girtibû, vê carê jî bi pirtûka Xana Xemê balê dikişîne ser gelek aliyên jiyanê û taybetmendiyên mirovî. Di Xana Xemê de bê şik û guman e ku aktora sereke xem e. Ev yek xwe di gelek helbestan de dide der. Rastiyeke din jî heye ku ew xem ne bê sedem û bingeh in. Ku hûn bixwînin, hûnê bibînin ku ew xemên we bi xwe ne. Em berê xwe bidin helbesta şairî ya bi navê Belawela:
Di Xana Xemê de Belawela
min ruhê te li eyneya ruyê xwe nexş kir
di şevên dirêj de guhdarîya çîroka xwe bik
ji nû ve verêse ayetên min ji te re nivîsî
her li berbangê vemale kil û kêmasiyên xwe
dibim hekîmê bêserûberiya ruhê xwe
destê bêrîkirinê raberî mêvanên nenas bik
serê hefsarê hest û ramanan berde
lew bajêr her teng e, mirov keriyê belawela
Dilawer Zeraq li ber Bêhna Dara Sincê
Weşanên Lîsê di heman demê de romana bi navê Bêhna Dara Sincê ya Dilawer Zeraq jî weşand. Zeraq, ji sala 1996’an ve bi Kurdî çîrok, romanan dinivîse û di warê zimannasî û rexneya wêjeyê de xwe diwestîne. Berhevkariya biwêjên Kurdî dike û li ser rênîşa Kurmancî, etîmolojî û standardîzasyona Kurmancî xebatên lêkolînî dike û gotaran dinivîse. Dîsa ligel berhemên xwe berhemên wêjeyî yên bi Tirkî jî werdigerîne Kurdî. Pirtûka ku herî dawî wergerandî Kurdî jî romana Bêsîber (Gölgesizler) a Hasan Alî Toptaş bû.
Ka nivîskar çawa bi vê romanê xwe çawa li nav Bîhna Dara Sincê dide, em bi pasajeke ji romanê berê xwe bidinê:
Digel min, li cem min, min nedît
“… Tişt di hişê min de bi goşt û can bûn. Çi bûn? Xewn an jî xeyalên di aşopê de zindîkirî… Nizanim. Çima heta niha bala min neçûbû ser wê darê? Ji nişkê ve her tişt nas hat bi min. Dar û ber, çîya, gir û newal. Bi min wisan hat, mîna ku di wextekî wextan de ez li wir bûme… Li pêş wan girên jihevqutoquto û… Û dara sincê. Dibezim… Dibezîyam… Lê min nedidît. Dara sincê… Digel min… Li cem min… Min nedît…”
Berhemdariya Dilawer Zeraq
Herçî berhemên Dilawer Zeraq ên heta niha weşandî tibabek in. Ha ji we re lîsteyeke wan ku we biwestîne: Kakil (Çîrok), Bişirîna Şermînî (Çîrok), Şevên Winda Wêneyên Meçhûl (Roman), Çilkên Pênûsê (Çîrok), Mirina Bêsî (Roman), Nexşên Li Giyan (Roman), Rajena Kurdî (Rexne û Analîz), Ferhenga Biwêjan (Ferheng), Ferhenga Termên Matematîkê (Ferheng), Bêjara Neteweparêz Di Kovara Hawarê de (Analîza Sosyolojiya Wêje û Zimên).
Pirtûkên ku Zeraq ji Tirkî wergerandine Kurdî jî ev in: Ejdehayê Sêserî - Leyla Erbîl (Çîrok), Jiyana Li Madrîdê – Oya Baydar (Çîrok), Gelaciyên Bajarê Nû – Muge Îplîkçî (Çîrok), Jiyanê Li Îstasyonê Dest Pê Kir – Jaklîn Çelîk (Çîrok), Şahiya Hêrsê – Jaklîn Çelîk (Roman), Bêsîber – Hasan Alî Toptaş (Roman).