69. Festîvala Filman a Cannes a Navneteweyî ya di navbera 11-22’ê Gulanê de, bi dawî bû. Festîvalê bi nîşandana filmê Woody Allen ê bi navê “Cafe Society” roja 11’ê Gulanê dest pê kir.
Di festîvalê de filmên Pedro Almodovar, Ken Loach, Xavier Dolan, Birayên Dardenne, Sean Penn û Jim Jaramusch jî di nav de bi giştî 20 film ji bo wergirtina xelata Palmiya Zêrîn dan ber hev.
Filma Loach hêjayî xelatê dîtin
Jûrî ya bi serokatiya George Miller biryara xwe eşkere kir û filma “Ez Daniel Blake” ya derhênerê navdar Ken Loach ku bi nasnameya xwe ya mûxalif û nêrînên xwe yên sosyalîst tê naskirin, hêjayî xelata Palmiya Zêrîn dît.
Ken Loach ku wê Hezîranê bibe 80 salî, cara duyemîn e xelata Palmiyeya Zêrîn werdigire. Di festîvalê de xelata Palmiyeya Zêrîn a ji bo beşa “Derhênerê herî baş“ jî bû para Cristian Mungiu yê Romanyayî. Xwediyê xelata “Hirçê Zêrîn” Asghar Ferhadî jî xelata “Senaryoya herî baş” wergirt.
Ji nemana hêviyê sûdê werdigirin
Ken Loach ku di filmên xwe de xizanî û bêedaletiyê hertim derdixe pêş, tevî hemû zextên desthilatdariyan jî ti carî ji nasnameya xwe ya mûxalif û nêrînên xwe yên sosyalîst tawîz neda. Ken Loach di axaftina xwe ya li merasîma xelatdayînê de bal kişand ser newekheviya li cîhanê û got, “Li cîhanê niha hêvî nemaye. Nêrînên rastgiriya tund hewl dide ji serdemên bi vî rengî yên nemana hêviyê sûdê wergirin. Em baş dizanin ku ev ê rê li ber kîjan encaman veke. Divê em ji vê derê peyameke hêviyê bişînin ji tevahiya cîhanê re: Cîhaneke din pêkan û pêwîst e.”
Xelatgirên din
Di 69. Festîvala Filman a Cannes a Navneteweyî de, ji bilî Ken Loach, ev xelat li van filman hatin belavkirin:
*Grand Prix: ‘Juste la Fin du Monde (Hema, dawiya dinyayê)’, Xavier Dolan (Kanada)
*Xelata Jûrî: ‘American Honey (Hingivê Emerîkî)’, Andrea Arnold (Brîtanya)
*Derhênerê herî baş: Cristian Mungiu (Romanya) ‘Bacalaureat (Xwendina lîseyê)’ û Olivier Assayas (Fransa) ‘Personal Shopper (Kirriyarê ferdî)’
*Senaryoya herî baş: Asghar Ferhadî (Îran) ‘Forushande’
*Lîstikvana herî baş: Jaclyn Jose (Fîlîpîn) ‘Ma’ Rosa’
*Lîstikvanê herî baş: Shahab Hosseînî (Îran) ‘Forushande’
CANNES