‘Civîn bibe Lozana duyemîn’
Meşa ku heta li ber konê piştgiriya berxwedana gelê Bakûrê berdewam kir de, Hevseroka Meclîsa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Kantona Cizîrê Edalet Umer axivî. Edalet Umer got, civînên bêyî Kurdan bê lidarxistin, biser nakevin û wiha got: “Em şer naxwazin, em aştiyê dixwazin, eger Kurd beşdarî civînê nebin, dê civîn bibe Lozana duyemîn.”Girêdayî berxwedana Bakûrê Kurdistanê û kiryarên dewleta Tirk ên li dijî sîvîlan Edalet Umer piştgiriya xwe bi berxwedana Kurd da nîşandan.
Endamê TEV-DEM’ê Mihemed Xelef jî axivî û axaftina Lîderê Afrîkayî Nelson Mandêla ku dibêje “Eger tu bixwaze rastiya Tirkiyeyê nas bike, divê tu rojekê bibe Kurd. Di qanûên Tirkiyeyê de kuştin û destdirêjayî heye.” Bibîr xist.
Xelef bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku ji bêdengiya xwe ya li hemberî kiryarên Tirkiyeyê derkevin.
Xwepêşandêrên di nava durişemeyan ber bi sînorê Rojavayê Kurdistanê ve çûn û piştgirî dan berxwedaniya gelê Bakûr.
Gelê Qamişlo jî daketin qada
Gelê bajarê Qamişlo jî bi meşekê, hewldanên dûrxistina nûnerên Rojavayê Kurdistanê ji Cenevreyê şermezar kirin û nerzîbûn nîşan dan.
Girseya gel pankartên wekî “Bêyî tevlîbûna Kurdan ji pêşeroja Sûriyeyê re çareserî tune ye”, “Bêyî MSD’ê Cenevre biser nakeve” û “Ji Lozaneke din re na” nivisandî vekirin û dest bi meşê kirin. Meş bi durişmeyên şermezarkirina komployên li dijî gelê Kurd û gelê Sûriyeyê ku li Cenevreyê tên kirin, li Qada Şehîd Rûbar Qamişlo bi dawî bû.
DIRBÊSIYÊ/QAMIŞLO