
18 sal piştî vê qedexeyê, Kurdan bi daxwaza rakirina qedexeyê xwestin çalakî li dar bixin. Çalakiya ku ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurdan ên li Elmanyayê (YEK-KOM) ve tê organîzekirin kirin, di 22’ê mijdarê de ji aliyê Dadgeha Berlînê ve hate qedexekirin.
Federasyona Komeleyên Kurdan ya Elmanyayê (YEK-KOM) diyar kir ku mitînga wan a 26'ê mijdarê li ser zextên dewlata Tirk, ji aliyê Elmanyayê ve hatiye qedexekirin. YEK KOM'ê destnîşan kir ku balkêş e li gel operasyonên li Tirkiyeyê ku di encamê de zêdetirê 100 kes hatine binçavkirin, dadgeha Elmanyayê ev biryar girtiye. Parlementera Partiya Çepgir a Elman Ulla Jelpke diyar kir ku ev biryar ji bo krîmînalîzekirina Kurdan hatiye girtin.
Qedexe rexne kir
Jelpke daxuyaniyeke nivîskî weşand û got; “Mafê meş û xwepêşandanan ê kul i Elmanyayê bi zagonan hatiye mîsogerkirin, bila bidin Kurdan jî.” Jelpke bi bîr xist ku gelek sazî û rêxistin piştgirî didin meşa “Bila qedexeya li ser PKK’ê rabe”.
Jelpke wiha got; “Ger di demeke wiha de xwepêşandanek ji bo rakirina qedexekirina PKK’ê bê lidarxistin, bê qedexekirin, mirov dixe nava gumanan. Ez tîka ji Senatora Navxweyî ya Berlînê û Midûriyeta Emniyetê dikim; Bila mafê meş û xwepêşandanan ên Kurdan neyên binpêkirin, bila rêzê nîşanî vê yekê bidin.
Hikûmeta Elman bi qedexeyên li ser komele û xwepêşandanên Kurdan, mafên demokratîk ên Kurdan asteng dike. Di heman demê de ev helwesta hikûmeta Elman cesaretê dide pêkanînên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdan.
Di van rojan de, di encamên zextên hikûmeta Tirk de zêdetirê 50 parêzer, rojnamevan û siyasetmedarên Kurd hatin binçavkirin. Her wiha, balafirên şer ên artêşa Tirk cihê Kurdan ê li Bakûrê Iraqê bombebaran kirin.”
ANF/BERLÎN