Hevdîtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a bi parêzeran re bi hincetên cur be cûr nêzî 5 mehin tên astengikrin. 2 meh berê par 36 parêzerên Ocalan jî, bi îddîaya endamê KCK’ê ne hatin girtin. Birayê Ocalan Mehmet Ocalan û xwarzîyê Ocalan Ali Ocalan bang li CPT’i yê kirin û gotin: “Ger ku tu saziyek serbixwe ye divê tu bê li Îmraliyê lêkolînê bike.”
‘Bîryara astengkirina hevdîtinê siyasiye’
Birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan diyar kir ku, îdîayên astengkirinên hevdîtinên “Keştî xerabeye” û “Derfeta hewayê ne başe” ne rastin û wiha axivî: “Derfetên hewayê carna xera dibin. lê xerabuna keştiyê ne raste. Li giravê bi hezaran leşker, berbirsiyar û gardiyan hene. Dema dixwazin karin herin û bên. Lê bernedana me bîryareke siyasî ye.”
‘Em bi fikar in’
Ocalan, da zanin ku ji xeynî birayê wî 5 girtiyên din jî li Îmraliyê tên girtin û malbatan wan 5 girtiyan 8 mehin bi zarokên xwere hevdîtin çênekirine. Ocalan, li ser heqê malbatan ê rewa ê dîtina zarokên wane rawestiya û wiha got: “Dema ew dixwazin diçin. 2 meh berê ez û malbatên din çûn giravê. Malbatên din bi zarokên xwer e hevdîtin pêk nanîn. Ez bawerim girtiyên din ji bo rewşa birayê min biryara derneketina hevdîtinan girtine. Hikumat li gorî pêvajoyê mafên me astengdikiye an jî qedexe dikiye. Bira nayê ji bîrkirin ku ew na zarokên mene û em ji rewşa zarokên xwe bi xemgînin. Astengkirina hevdîtina parêzeran siyasî ye. Ev rewşa nayê qebulkirin.” Ocalan bang li CPT’i yê kir û wiha axivî: “Ger li dinya û Tirkiyeyê mafên mîrovahiyê hene, hewceye bihêlin em zarokên xwe bibînin. Ger CPT jî dibêje ‘Ez saziyeke demokratîk û serbixwe me, wê demê bila bê lêkolînê dest pêke. Mafên mîrovan ne gorî şexsanin, ji bo hemû mîrovahiyêne.”
‘Gelo CPT serbixwe ye?’
Xwarzîyê Serokê Giştî yê PKK’ê Abdullah Ocalan Ali Ocalan jî got ku dayîka wî, ji nîsanê û virde xalê xwe ne dîtiye. Ocalan jî bal kişand ku biryara astengkirina hevdîtinê siyasî ye û wiha got: “Tenduristiya xalê min çawa ye? Qet agahiya me tune. Ew pêvajo ne pêvajo ye. Parêzer, rojnameger û hemû Kurdan diavêjine girtigehê. Em nikarin nefesê bistînin. Bi hezaran girtî hene hema ji bo xalêmin zagon derxistine. Gelo ma zagon ji bo kesan dibe?”
‘Gundiyên Amara jî bang li CPT’î yê kirin’
Ocalan, xwastekên malbatê û yên gundiyên Amara wiha rêz kirin: “Em dixwazin saziyên gerdunî bên lêkolînê bikin. Biryara astengkirinê ne li gor mafên mîrovahiyê û ne jî li gor zagonane. Em meraq dikin ka CPT saziyeke serbixweye an na, saziyeke li kîjan aliye. Dema hevdîtin dibin gundî tên rewşa xalê min pirs dikin, slavên xwe dişînin. Li dijî biryarên dewlet3e hewceye CPT bê û lêkolînê dest pêke.”
MURAT ÇİFTÇİ
- DÎHA/ENQERE