Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê û endamên saziyên parastinê sersaxî ji malbata şehîd Sîpan Efrîn re xwestin ku Sîpan Efrîn di encama krîza dil de di 22`yê Kanûnê de şehîd bûbû.
Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê, şervanên YPG, YPJ û Hêzên Ewlehiya Hundirîn û Meclisa Malbatên Şehîdan li hola Navenda Şehîd Bawer a Ciwanan kom bûn, da ku sersaxiyê ji malbata şehîd Mihemed Hemo (Sîpan Efrîn) re sersaxiyê bixwazin.
Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, saziyên parastinê û Kongreya Star axaftin hatin kirin.
Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwest û qala têkoşîna şehîd Sîpan kirin. Her wiha axaftvanan got şehîd Sîpan Efrîn beşdarî hemû eniyên şer ên li dijî faşîzma Tirk û çeteyên wê bû, ew sembola rastiyê bû û ji aliyê gelê xwe ve dihat hezkirin.
Mihemed Hemo bi nasnav Sîpan Hemê yê di sala 1965an de li Mabata ya Efrînê ji dayk bûye, di sala 1992an de tevlî nava têkoşîna azadiyê bû. Bi taybetmendiya xwe ya afirîner dihat naskirin. Di pêşdebirina gelek karên nava tevgerê de xwe rol û rist bû.
ANHA/QAMIŞLO