Hevserokê KCK’ê Cemil Bayik xêrhatina malbatên şehîdan kir û got: “PKK partiya şehîdan e, dema ku Heqî Karer şehîd bû, Rêber Apo PKK damezirand. Hûn hemû malbatên şehîdan in, xwediyê vê rêxistinê û xwediyê vê dozê ne. Nasname û vîna kurd bi şehîdan hatiye neqişandin. Şehîdên me nirxên me yên herî mezinin û sedema jiyan, vîn û tekoşîna me ne. Ger îro PKK zindi ye saya şehîda ye.” Hevserokê KCK’ê Bayik di berdewamiya axaftina xwe de got: “Bi derketina PKK’ê re êdî kurd ji bo xwe şehîd dibin.  Gelê Kurd îro dibêje ‘Şehîd Namirin’, ew jî tê wateya gelê Kurd namire. PKK’ê di nava Kurdan de hestên netewî pêkaniye, hevalekî başûrê Kurdistan diçe li Rojava tekoşîn dide û canê xwe feda dike. Hevalekî Rojhilat diçe bakurê Kurdistan, hevalê bakurê Kurdistan diçe başûrê Kurdistan canê xwe ji bo kurd û Kurdistanê feda dike. Mînaka vê li tû devera cîhanê nîne. Hevalekî Brîtanî tê rojavayê Kurdistanê di rêya Apoyî de dimeşe, tekoşîn dide û ji bo gelê kurd canê xwe feda dike. Êdî dijminê Kurdan ji ber fikir û felsefeya Apoyî pêşdikeve ji Tevgera Azadiya Kurd ditirse.”

 

Kurd aşiqê azadiyê ye

Cemîl Bayik got: “Kurd aşiqê azadiyê ne, bê azadî jiyanê qebûl nake û ji bo azadiya xwe têdikoşe. Jiyanekî xizmeta kurd neke êdî qebûl nake. Berê kurd nedihatin naskirin, kesê rêzdarî ji bo wan nedigirt û henekên xwe bi wan dikirin. Îro li Rojhilata Navîn Kurd bûn hêza yekemîn û tu kesê bê Kurdan nikare siyasetê bike. Kurd ji bo hemû gelan bûye hêza yekemîn. Kurdan di dîrokê de ji bo mirovahiyê gelek xizmetên mezin dane. Kurdan yekitiya xwe çêkir û îro dûbare Kurd carek din bi dîroka xwe re dibe yek. Çawa di destpêka dîrokê de xizmetekî mezin ji bo mirovahiyê pêşxistiye, îro dîsa Kurd ji bo hemû mirovahiyê hemû çand, gel û olan rolekî mezin pêşdixîne. Îro herkes parastina azadiya xwe di Kurdan de dibîne. 


Jinê Kurd dîrok dinivîsîne

Bayik balkêşa ser şerê li Kurdistanê rû didin û wiha axivî: “Îro li hemû beşên Kurdistanê şerekî mezin heye. Berxwdan û tekoşînek mezin heye. Gelê Kurd dîsan bedel û şehîdan dide, zorî û zehmetiyan jiyan dike. Lê belê kurd xwe her roj zindî dike. Gelê Kurd hem ji bo xwe hem jî ji bo mirovahiyê, li Rojhilata Navîn dîrok dinivîsîne. Bi taybet jina kurd dîrok dinivîsîne li Kobanê, YPJ rastiya jina kurd bi cîhanê da naskirin. Ger îro Kobanê di cîhanê de tê naskirin, berxwedan, tekoşîna şehîdên me û jina kurd da naskirin. Jina Kurd îro pêşengiyê dike û rih dide gelan. Ji bo wê cîhan diwaze YPJ nasbike.”

Di nava guftugoyan de jî malbatan jî nêrînên xwe anî ziman. Bi taybet malbatên şehîdan pirsa, gerîla,wê ji başûr vekêşin yan ne, pirsîn. Malbatan diyar kirin ku ew bi tu awayî naxwazin gerîla ji başûr vekêiin. Malbatan anîn ziman ku gerîla axa xwe diparêzin û pêwîste me bi tenê nehêlin.


SOZDAR OREMAR/ROJNEWS/QENDÎL