
Meşa Dirêj ku roja 5’ê Sibatê bi dirûşma ‘Azad Bike’ ji bajarê Mannheîm ê Elmanyayê dest pê kir, di roja pêncemîn de ye. Ciwanên Kurd pêr êvarî bi qasî 26 kîlometreyan meşiyan û xwe gihandin bajarê Karlsrûheyê. Ciwanan duh li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, di şexsê Mehmet Tûnç de hemû şehîdên xwerêveberiyê bi çalakiyekê bibîr anîn. Ciwan pêr bi şev li malên welatparêzan man û duh danê sibehê li Marktplatz a Karlsrûheyê li hev civiyan. Piştî gotina sirûda Çerxa Şoreşê, ciwanan dest bi meşa xwe ya roja çaremîn kir. Ciwan duh jî bi qasî 30 km meşiyan û gihaştin bajarê Rastattê.
Bi berxwedanê bersiv didin
Di vê navberê de li malpera Facebookê ya UETD Karlsrûheyê dîmenek hat weşandin û komên faşîst ên Tirk di vî dîmenê de gotin, ew ê li Rastattê êrîşî ciwanên Kurd bikin.
UETD ku lobiya Elmanyayê ya rejîma AKP’ê ye, bi rengekî vekirî êrîşê plan dike û banga şîdetê li komên faşîst dike. Polîsan jî dan xuyakirin, ku li hemberî êrîşeke gengaz, ew amade ne.
Komîteya Amadekar êrîşa UETD şermezar kir û destnîşan kir, ku ciwan wê bi xweparastinê bersiva êrîşeke gengaz bidin. Komîteyê got, “AKP dixwaze, bi zîhniyeta faşîzan mafên demokratîk ên Kurdên li Ewropayê bitepisîne.”