Volqanek teqiya ev volqan Kobanê ye, belkî navê romanê ji bo volqanê hindik e. Teqîna mezin Big-Bang, dikare bibê navê wê. Dema mirov giha radeya teqînê û bedena xwe, mêjî, hest û baweriya xwe kirin mertal, teqîna atomî dest pê dike.

Canfedatiya li dibistana gundê Serozê bû bingeha serketina li tevahiya cîhanê. Helbet kêmasî hene û destanên  gelek şervanan di romanê de cih negirtin. Dîsa jî mirov dikare bêje, “Romana Kobanê” ji romanê bêhtir, qîrînek nû bi stîleke nû ye. Wek çavkaniya romanê jî dikarê were dîtin. Roman vekirina dergehê jiyaneke nû ye. Kobanê jî ev dergeh vekir. Medenî Ferho jî, di vî dergehî re kete hundir, geh çavdêrî kir, geh Mambêjî…  Medenî Ferho, di pêvejoya şerê azadiya Kurd de, “dîplomasiya letîf” tercîh nekir, her dem kultura “ceşm-î dest” parast û xwest taqê zafernameyan ava bike. Wek parêzvanê dîroka total hareket dike û li dijî dîroka şecerê, felzekê têkoşînê dike. Romana Kobanê jî bi vê hiş û ramanî hate nivîsandin.


Ji waqanivîsî wêdetir e

Dîroka şecerê û felzekê, herika çemekî reş e. Ev sîstemek bazirganî û bê exlaq e. Vê rastiyê di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de xuya kir. Destanên li hemberî vê sîstema kujer û bê exlaq de,  herî baş li Kobanê û li Şingalê xuya kir. Lewma her berxwedan destanek e û nexşeyeke nû ya dîroka total e. Romana Kobanê, parçeyek ji dîroka “kûmulatîf” e.

Di demeke ku herika çemê reş wek lehiyek tofanî bi ser mirovahiyê de veliha, tenê ciwanên Kurd bedena xwe kirin mertal. Her teqîna bedenekê, di mêjiyê mirovatiyê de bû şiyarbûnek. Ev şiyarbûn, pêşî di nava gelê Kurd de dest pê kir, piştre li cîhanê belav bû. Bi vê pêwanê, rengê nivîsandina  Romana Kobanê jî, bi “waqanivîsan” hatiye xemilandin. Dîsa jî mirov dibîne ku, rengê nivîsandina Romana Kobanê, ji waqanivîsan wêdetir e û “dîroka total” e, dîroka “kûmûlatîf”e. 


Lehengtiya jin

Romana Kobanê, bedenek bi sikelet e. Bi goşt û can e, lê dikare bibe çavkaniyek. Amûr û alavên ji bo nifşên paşerojan e, romanek li ser romana bi çavan hate dîtin e. Dikare gelek çîrokan jî bike serê romannivîsan. 

Ji ber ku destpêka êrîşa li hemberî Kobanê, di qada navneteweyî de hatiye axaftin ev rastî wek belgeyekê di  pirtûkê de hatiye destnîşan kirin. Pêşî, yanî destpêk balkêş e û dawî jî, di têkçûna hişmendiya faşîzmê de, di têkçûna dagirkerên Kurdistanê de balkêş e. 

Bêguman di pirtûka Medenî FERHO de,  tevahiya şîfreyên  siyaseta stratejîk nînin; lê nexşeyek giştî ya êrîşa li dijî paşerojên gelê Kurd, êrîşa li dijî azadî û destketiyên gelê Kurd, li dijî nirxên mirovaniyê teva hene. Rengîniya pirtûkê ji vir tê. Destketiyên gelê Kurd, berdêlên ji bo van destketiyan hatine dayin, biqasî koma gelên li cîhanê, ku ji bo azadiya xwe berdêl dane, hene. Ji ber ku, têkoşîna Kurdan, zêdetir ji sed salî dewam dike.

Kurdistan bûye qada pîkola hespên dagirkeran. 

Her hêza dagirker di Kurdistanê re derbas bûye. Lewra Kurdan ev hêzên dagirker, wek “hêzên garanî” bi nav kirin. Gelo, cûdatiya çeteyên DAIŞ‘ê ji garanê çiye? Lewra dîroka Kurdistanê kûmulatîf e, total e û bi kesan ve, bi saray û dîroka şecerê ve girêdayî nîne.  Romana Kobanê jî, wê di baskê xwe de cûdatiyekê derbixê holê.

Di tevahiya romanên Medenî FERHO de, jin leheng in û di civakê de rolek giring dilîzin.

Di cîhana ku,  di huner û edebiyata cîhanê de jî, jin di radeya duyemîn de ye. Ev tê wateya statuqoparêziyê. Hemberî ku, di edebiyatê de jin li ber xwe didin jî, têra şikandina vî nîrî nake. Şerê Haraketa Azadiya Kurd û pêşengiya jinan di Şoreşa Rojava de, di berxwedana Kobanê de, bi awayekî vekirî û giştî di pirtûka Medenî FERHO de derketiye pêşê. Ji ber ku fermandarên jin, di her halûkarî de pêşengiyê dikin; di  devera teng de jin hêza xwe ya îradî nîşan dide.  

Di berxwedana 11 Şervanên YPG/YPJ’ê ya li gundê Serozê, mînaka vê ye. Ne tenê di şer de, di çapemeniyê de jî jina Kurd di eniya herî pêş ya şer de kar dike û canê xwe da. 

Mîna her romana Medenî FERHO, di Romana Kobanê de jî, zimanê mêr ne serdest e, li hemberî statuqoparêziya edebiyata cihanê, zimanê jinê serdest e, li hemberî dagirkeriya zimanê mêr jî têkoşînek heye. 

 

Nivîskar berdevkê gelê xwe ye

Medeni FERHO, edebiyatê wek eniyeke têkoşînê dibîne. Di şerê neteweyî de û di dîroka total de, eger edebiyat, xwe wek eniyekê rêxistinî neke, nivîskar nikare berpirsiyariya xwe bîne cih. Nivîskar her dem berdevkê gelê xwe ye û di doza azadiya gelê xwe de, di ya gelên bindest teva de bi vijdanekî exlakî û hiquqê gerdûnî haraket dike. Eger nivîskar vê nekê, nikare ber bi gerdûnê bimeşe. Sedema ku nivîskar wek şoreşger têne naskirin ev e. Nivîskarên muhafazakar jî, dema bi edebiyatê mijul dibin, mecbur dibin ku parvekirinek adîl û di çarçoveya hiquq de tevbigerin. Tenê li Rojhilata Navîn, li welatên wek Tirkiye civaka dewşirme û berhevkirî heye; lewra nivîskarên civakên wisa jî, bi zihniyeta “yekparêzî, dîroka şecerê” haraket dikin.  Dewşirmetî, dûrkirina ji ademiyetê ye û ji bilî xwe û xanedaniyê, (ata, şef, padîşah) li dijî her tiştî û her kesî ye. Şerê ku dike jî, talangeriya “sêva sor” e. 

Êrîşa li dijî Kovara Charlie Hebdo, ji êrîşa Kobanê û Şingalê cûdatir nîne; kesên ku êrîşî Kobanê û Şingalê kirin û kesên êrîşî avaniya kovara Charlie Hebdo jî kirin yek in. Zihniyeta li dijî Salman Ruştî fermana kuştinê da û zihniyeta êrîşî Şingalê û Kobanê kir yek e. 

Di demeke ku, gelê Kurd di şerê çil salî de, disîplînek akademîk bidestxistiye, dayikên Kurd jî, zarokên xwe bi tilîliyan dispêrin axê, nivîskarên Kurd nikarin di nava lukseke bêterefî de, di lîstika du alî  cih bigirin.Romana Kobanê, di nava weşanên DO de derket.