Li Serdeşta çiyayê Şengalê Mam Zekî doh bi merasîmekê hate bibîranîn. Di merasîmê de nûrên partî û rêxistinên Şengalê, Rojava, Başûr û oldarên Êzîdî axivîn.

Di 15’ê Tebaxa 2018’ê de balafirên şer ên dewleta Tirk êrîşê Şengalê kirin. Di êrîşê de Endamê Koordînasyona Civaka Êzîdî Mam Zekî Şengalî şehîd bû. Bi boneya 40 rojiya şehîdbûna Mam Zekî doh li Serdeşt Çiyayê Şengalê merasîmek bîranînê hate lidarxistin.

Merasîm bi deqek rêzgirtina ji bo cangoriyên têkoşîna azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre li ser navê oldarên civaka Êzîdî Mam Fexir Xelef axivî. Xelef diyar kir ku ew Mamê Civaka Êzîdî Zekî Şengalî bi rêzdarî bibîr tîne, sersaxî ji civaka Êzîdî û tevahî gelê Kurd re dixwaze.

Pêwîst e em Êzîdî yekîtiya xwe çêkin

Hevserokê Meclisa Xweseriya Şengalê Hisên Hesen jî di merasîmê de axivî û got; “Em sersaxiyê ji hemû gelê Êzidî re dixwazin. Şehadeta Mam Zekî Şengalî ji bo civaka Êzidî pir giran bû. Em ti carî mamê xwe ji bîr nakin. Bila civaka Êzidî hemû bizanibe em ji ferman û xiyanetê xelas nebûne. Pêwîste em gelê Êzidî yekîtiya xwe xurt bikin ji bo dijmin nekare me tine bike. Dijmin fikirî bi şehateda Mam Zekî Şengalî karibe civaka Êzidî ji holê rabike. Lê emê vê derfetê nedin dijmin ku karibe pîlanên xwe pêk bîne.”

Gelê Êzîdî şopdarê riya wî bin

Her wiha Hevserokê Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Mihemed Ebdullah axivî û got; “Zekî Şengalî bi têkoşîna xwe gelê Êzîdî piştî 74 fermanan rakir ser lingan. Gelê Êzîdî li ser vî esasî wê şopdarê riya wî bin. Wê kes nekaribe carek din gelê Êzîdî tine bike. Êzîdî di vê demê de xwe bi xwe parastina xwe dikin. Xwe bi rêve dibin. Bila dijmin baş bizanibe kes nikare weke demên berê civaka me qetil û tine bike.”

Di dewama merasîmê de li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê li Başûrê Kurdistanê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), YBŞ û YJŞ, Saziya Malbatên Şehîdên Şengalê, komîteya amadekar a merasîmê peyam hatin xwendin. Sersaxî ji bo tevahî gelê Êzîdî hate xwestin.

Piştî axaftin û xwendina peyaman xêr hate belavkirin û merasîm bi dawî bû. 

 

ŞENGAL / ROJNEWS