Çalakiya ciwanan a Mertalên Zindî ya li Qendîlê mehek li pey xwe hişt. Mertalên Zindî bi daxuyaniyekê ragihand ku ewê berxwedana xwe ya li dijî dagirkeriyê bidomînin û bi şano û stranên berxwedanê jî çalakiyeke hunerî lidarxistin.
Çalakiya Mertalên Zindî ya li Binarê Qendîlê ku dibin pêşengiya Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan yên Têkoşer de destpêkiribû mehek li pey xwe hişt. Di nava mehekî de bi hezaran kes ji Başûrê Kurdistanê kom bi kom serdana Mertalên Zindî kir û piştgiriya xwe ji bo wan ragihand. Her wiha gelek kes jî piştî serdanê tevlî çalakiya ciwanan bûn. Çalakiya Mertalan piştgiriyeke berfireh ji hemû beşên civaka Başûr girt.
Bi şahiyekê mehek li pey xwe hiştin
Çalakvanên Mertalên Zindî bi boneya ku mehek li pey xwe hiştin, şahiyek li dar xistin. Di şahiya ciwanan de şanoyeke li ser dagirkeriyê hate nîşandan û stranên li ser berxwedanê hatin gotin.
QENDÎL