Şairê navdar ê ji Başûrê Kurdistanê Abdula Peşêw, ji bo Fermandarê Giştî yê QSD´ê Mazlûm Kobanê nameyek nivîsî û heyraniya xwe ya ji bo vî şagirtê “Rêber Apo” îfade kir. Wî ji Mezlûmê Kurdan re got, “tu Godfatherê me yî”. Nameya Abdula Peşêw wiha ye: “Awirên wêneyên te ez sirr kirime, dizanim qencbûn di vê demê de li derewa şêrîn a wî şervanî dişibe, ku piyê wî ketiye ser elxamekê di wê kêlekê de ji bersiva zengil a jina xwe de dibêje; Ez baş im delala min ez qenc im. Ji doh ve nihêrînên wêneyên te ez seqem kirime, di çavên te de xemek xwiya dike, bi qasî xema sêdareyê ya Qazîyî, tenêtiya nîştîmanî tê de dibînim. Way çi êşeke mezin e, li wê xewna niştimanî nêz e, dibîne bi azadî bi dengên topan hişyar dibe, giran e. Generalê ezîz, ey Mezlûmê Kurdan, ne hewce ye ku xwe bidî nasandin, her navê te bes e ka tu kî yî!
Êrişî ferxên te dikin
Godfatherê me yî, mirovek î, xweragir î ji çiyayan diziye, rûmet ji baskên eyloyan deraniye, lê çi dibêjî ev sererd e pirr bûye ji qelereşkên teres, her ku bizanin ku tu li ser piyan î, tên li kiloxê serê te dixwin, dema difirî êrişî ferxên te dikin. Hevalê min Mezlûm, em mîletekî ne mirovahî me nas nake, xwedê her ji bo wê em afirandine hetanî em qala tenêtiya wî bikin. Lewma, ne kes me nas dike, ne kes jî bawer bi bûna me dike. Êdî gihiştime wê baweriyê, serbestiya me bi lûleyên tifengan nayê bûnê. Bi wan hemû xwîna ku em dirêjin, tenê rengê xwezayê diguherin, lewma bihara niştimana me hertim bedewtir e.
Kûrahiya êşên te fêm dikim
Şervanekî ji bo min got; Di eniya şerî de bûm, hevjîna min peyam da min, xwedê kurek da me, em bi çi navî wî bi nav bikin? Hetanî vegeriyan, herdu hatibûn şehîdkirin. Wilo ye hevalo, serbestî di axa me de hergîz mezin nabe. Min zanî wateya neçariyê çi ye, dizanim biryarin hene, heta carekê wan didî, ew sed caran te dikûjin, di kurahiya êşên te fêm dikim,lê be lê em neçar in hemû biçêjin, ya ku te kir ticar ne firotin e, qet. Belkî rênedan bû li malaştina nijad a mîletekî.
* Wergera ji Soranî: Serkhel Jabar