Romana nû ya Rênas Jiyan “Spîtama” a sibata 2016 ji weşanên Belkî derçû, behsa Zerdeşt dike û xwe jî me jî di nava bêhtirî 200 rûpelan de ji hal dixe. Bi rastî jî ji her kesî min hêvî dikir, lê ji Belkî´yê min hêvî nedikir ku di warê edîtoriyê de evqasî karê xwe paşguh bike. Bi ser de jî ew tewanga wan a hişk, ew a ku dişikest dema te dixwest hinî sist bikî, di nava lepên Rênas Jiyan de ji hev de ketiye; bûye ku êdî mirov şaşî û rastiyê ji hev dernexe. Herçî hevoksazî û mentiqê hevokan e, barê mentiqê Tirkî û Kurmanciya xeşîman pişta wê şikandiye. Ji ber ku Bahoz Baran rahiştiyê û xweşik kiriye kelaş, di vî warî de ez ê dengê xwe nekim; ji xwe ev meydan bi kêra min nayê ku ez hespê xwe lê bibezînim. Herçî roman e, ji ber ku ha ha hewl daye agahiyan li ser “Spîtama” bide, ti kêfa xwendinê bi mirovî re nahêle; û wê deşta hunera edebê ya bi rengên peyvan xemilî jî ji taqat dixe, ti rewaniyê bi gotinan re nahêle û wesselam. 

Heta min tûrikê xwe vala nekira nedibû ez rêya mayî bidim ber xwe û bikudînim. Meseleya ha vê gotara jî jixwe ne edeb e; bileks çêkirina/lihevanîna dîrokê, avakirina qehremanan e. Lê erê mirov qehremanan çêdike, lê ma çima Zerdeşt? Sebeb? Li berdestê me tiştekî din ê em xwe pê bigirin nîne? Zerdeşt reformkerek e (yan jî sê reformker in, lewma diyar e ji yekî bêhtir Zerdeşt hebûn). Bi fikra xwe, beriya her tiştî bi baweriya yek-xwedayî li dijî civakên pirr-xwedayî tevgereke reformê daye destpêkirin. Vê yekî bi ser dixe, lê ne li derveyî van civakên ew dixwaze wan biguherîne; ji nava wan, welê ji hinavên wan, nasnameya “em” li wan bar dike û nasnameya “pakî”yê li “em”ê bar dike û xulase dînê xwe belav dike; çi di saxiya xwe de çi piştî mirina xwe.

Ev camêrê dîrok navê wî baş dizane, di nava diyanetên ne ji Îslamê yên Kurdistanê de, ne nav e û ne deng e. Kes navê wî hil nade, kes bi wî nizane, kes bi reformên wî nizane. Yek metna qewlên Êzîdî nîne ku hema bi henekan jî behsa navê wî bike. Yek beyta Yarsanan nîne ku havênê fikra Zerdeşt a reformker tê de hebe. Elewî û pratîkên wek “xurefe” tên naskirin ên Kurdên sunnî jî vî camêrê di dîrokê de girîng nas nakin. Erê, temam, çima ez bi vir de û wê de behsa vê yekê dikim? Ji ber ku ew ji me re nabe, ha va ye romana Rênas Jiyan jî hîç nekarî vê bike. Ew li van erdan nayê, dara wî li vî çiyayî nikare şaxê xwe berde. Dualîteya hişk a fikra wî li Kurdistanê ti carî hîmek peyde nekiriye da ku karibe avahiya xwe li ser lêke.

Heke war ev war e, divê afirandina qehremanan ji vî warî be. Mesela Seîd Begê kela Ridwanê çima nebe qehremanekî berxwedanê? Bi dused cengawerên Êzîdî li dijî artêşa Osmanî û ya Bedirxan Begê demeke dirêj li ber xwe da û ji bo qirnekirina jin û zarokan hîna nû qebûl kir bi wan re rûne. Çima em Seîd Begê bi gewde nekin, çima em kevirên kelaha wî lê nekin, çima em ji vê berxwedana dîrokî, qehremaniyeke dîrokî çênekin. Dîroka Kurdistanê a çend sedsalên rabihurî mişt e bi bûyer û kesayetên mirov dikare bi wan nasnameyekê ava bike. Lê em berê xwe didin deverên dûr, welatên ne berçav, kesên ne berdest. Temam, tu divê illeh xeyala te xweş pê dakeve; rahêje Mîrza Mihema, nebû bibêje ew ne sî-morgê Attar e, ew sîm-irê çîroka Kurdî ye. Jixwe roja me ya îro têra deh neteweyan, sed nasnameyî felaket anîn serê me, qehremanî û berxwedan li pişta bîra me kir bar. Êdî miletek dikare ji dinyayê hemûyî re bibêje, min ji dijminê xwe re li Kobanê, li Cizîrê, li Sûrê, li Mexmûrê, li Kerkûkê got, ji min û ji te yê ku kevirê xwe deyne...