Ganî Mîrzo li bajarê Spanyayê Barcelonayê xelata cihanî ya “Festîvala Filmên Xwedî Pêwîstiyên Taybet” wergirt.

Hunermend Ganî Mîrzo li Barcelonayê bi belgefîlma “Harmoniya Piştî Şer” di nav bi sedan filman de weke çêkerê belgefilmê, xelata Baştirîn Belgefilmê wergirt.

Derbarê xelatê de Ganî Mîrzo dibêje: “Ligel vê ev çaremîn xelat e ku Harmoniya Piştî Şer werdigire. Di festîvalê de 600 film li ser asta cîhanî beşdar bûbûn, lê belgefilma Harmoniya Piştî Şer a Kurdî, weke baştirîn film hat hilbijartin.”

Ganî Mîrzo di belgefîlma xwe “Harmoniya Piştî Şer” de, behsa gelek mijarên cuda dike, yek ji wan jî Kobanî ye. Mîrzo dibêje wan bi belgefilma xwe xwestiye ku bi muzik û hunerî rûyê kirêt ê şer bidin xuyakirin.

Amûrên muzîkê ji bo Rojava

Film behsa wê yekê dike ka çawa di dema şer de kesek amûrên muzîkê digihîne Rojavayê Kurdistanê û dide wan kesan ku ji muzîkê hez dikin û pê re mijûl dibin.

Rûdawê jî sponsoriya çaêkirina filmê kiriye. Derhêneriya filmê jî du derhênerên Arjantînî dikin.

Ganî Mîrzo sala 1968´an li Qamişloyê ji dayik bûye. Piştî lîseyê berê xwe daye Helebê û li wir ji bo du salan beşa muzikê xwendiye, piştre vegeriyaye Qamişloyê û weke mamosteyê muzikê xebitî.

Piştre jî ji bo xwendina muzikê berê xwe da Ewrûpayê. Ev bûn bîst sal ku ew li bajarê Barcelonayê dimîne û piştî kedeke mezin karîbû cihekî xwe di nav hunermendên vî bajarî de bigire.

 

 NAVENDA NÛÇEYAN